GIRÊ SPÎ - Piştî hewlên bi saetan, Eliyê 4 salî hat rizgarkirin

07-08-2025
RÛDAW
Nîşan Girê Spî Kobanî Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gundê Kermazê yê navçeya Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê zarokê bi navê Elî Salih Ebdî ku ketibû bîrê bi saxî hat rizgarkirin.

Bûyer duh li gundê Kermazê Girê Spî qewimî. Zarokê bi navê Elî Salih Ebdî ketibû bîreke avê ya ku kûrahiya wê 50 metre ye.

Hat zanîn tevî kêmasiya amûrên nûjen ên rizgarkirinê, xelkê gund û tîmên rizgarkirinê bi saetan bi derfetên xwe xebitîn û di dawiyê de karîn wî zarokî bi saxî ji bîrê derxînin.

Piştî rizgarkirinê, zarok ji bo kontrola tenduristiyê ji bo nexweşxaneyê hat veguhastin û li gorî agahiyan rewşa wî bi giştî baş e.

Li gorî agahiyên Rûdawê navê wî zarokê ku ketiye bîrê Elî Salih Ebdî ye û xelkê Kobaniyê ye.

Dîmenên rizgarkirina Elî Salih Ebdî li ser torên civakî bi kêfxweşiyeke mezin hatin belavkirin.

Her wiha, bûyerê careke din kêmasiya xizmetan û nebûna amûrên pêwîst li herêmên dagirkirî yên Rojavayê Kurdistanê raxist ber çavan.

Bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê 9ê Çiriya Pêşîna 2019an ji aliyê Tirkiye û kom û komikên wê ve hatine dagirkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst