Ednan Bozan: Li bazarên Kobaniyê pêwîstiyên sereke nemane

1 demjimêr berê
RÛDAW
Ednan Bozan bû mêvanê Rûdawê / Wêne: Rûdaw
Ednan Bozan bû mêvanê Rûdawê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Kobanî ENKS Kurd Rojavayê Kurdistanê Ednan Bozan HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Encumena Xwecihî ya ENKSyê ya Kobaniyê Ednan Bozan ji bo gihandina alîkariyan xwest ku ji bo Kobaniyê korîdoreke mirovî bê vekirin.

Ednan Bozan got, "Tiştên sereke li bazarê nemane û pêwîst e çareseriyek were dîtin da ku Kobanî negihîje karesateke xerabtir."

Berpirsê Encumena Xwecihî ya ENKSyê ya Kobaniyê Ednan Bozan beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser rewşa Kobaniyê pirsên Hewar Celaledînê bersivandin.

Ednan Bozan li ser rewşa Kobaniyê ragihand ku ev du roj in rewşa bajêr li gorî rojên borî aramtir e û kêmtir dengê topbarana Artêşa Ereban a Sûriyeyê tê bihîstin.

"Rewş ber bi xerabbûnê ve diçe"

Li gorî gotina Ednan Bozan, ji ber dorpêça Artêşa Ereban a Sûriyeyê, rewşa Kobaniyê û koçberan ber bi xerabbûnê ve diçe û pirsgirêka nebûna av, elektrîk û kelûpelên pêwîst kûrtir bûye.

Bozan derbarê wan koçberên ku di encama êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li herêmên di bin desthilata Rêveberiya Xweser de berê xwe daye Kobaniyê got:

"Ji Tebqa û Reqayê koçber hatine nav bajêr, her wiha ji gundewarên derdora Kobaniyê jî ber bi bajêr ve hatine.

Hejmareke zelal li ber dest nîne, lê bi deh hezarab kes in."

"Alîkarî têrê nakin"

Koçber neçar in li nav dibistan, mizgeft û dikanan bimînin.

Heta niha rê hatiye dayîn ku karwanekî alîkariyan ê Neteweyên Yekbûyî bigihîje Kobaniyê ku ji 24 barhilgiran pêk dihat.

Ednan Bozan dibêje, "Eger em berawirdkirina qebareya alîkariyan û hejmara koçberan bikin, alîkarî ji sedî 1 jî ne li gorî asta pêwîst in."

Bozan her wiha derbarê wan pêdiviyên ku koçber hewcedarê wan in got:

"Her tişt pêwîst e, lê hinek tiştên sereke hene ku divê bi lez bigihîjin xelkê, ji wan jî sotemenî, gaz, şîrê zarokan, xwarina amade û derman."

Astengiyên pêwendiyê

Ednan Bozan derbarê agirbesta di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Artêşa Erebean Sûriyeyê de da zanîn ku hinek caran êriş li derdora Kobaniyê tên kirin.

Ednan Bozan wiha axivî, "Ji ber qutbûna înternetê û nebûna pêwendiyê, gelek caran bûyerên mezin li navçeyên cuda rû didin ku em piştî çend rojan agahdar dibin."

Berpirsê Encumena Xwecihî ya ENKSyê ya Kobaniyê got, pêwîst e korîdora mirovî ji bo bajêr were vekirin û zext li hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê were kirin da ku rê bê dayîn ku alîkarî bigihîjin Kobaniyê.

Ednan Bozan amaje bi rewşa xirab a jiyanê li Kobaniyê kir û got:

"Tiştên sereke li bazarê nemane. Pêwîst e çareseriyek were dîtin da ku rewşa Kobaniyê negihîje karesateke xerabtir."

Ji ber êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li taxên Kurdan ên Helebê di 6ê vê mehê de û piştre berfirehbûna êrişan li tevahiya herêmên di bin desthilata Rêveberiya Xweser de, bi hezaran welatî koçberî navçeyên aram ên Rojavayê Kurdistanê bûne û pêwîstiya wan bi alîkariya bilez heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst