HISÎÇA – Koalîsyonê 20 kamyon şandin baregeheke xwe ya li Rojavayê Kurdistanê

07-09-2025
RÛDAW
Nîşan Koalîsyon Rojavayê Kurdistanê HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) hêzeke nû ya leşkerî şand herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de li Rojavayê Kurdistanê.

Hat zanîn ku karwanekî ku ji 20 kamyonên alavên leşkerî û tankerên sotemeniyê pêk dihat, ji Deriyê Sînorî yê Welîd ê li gel Herêma Kurdistanê derbas bû û berê xwe da Baregeha Qesrekê ya li parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê.

Doh hêzên Amerîkayê bi beşdariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li heman baregehê tetbîqatên leşkerî pêk anîbûn.

Hatibû ragihandin ku di dema tetbîqatan de çekên pêşketî yên ku nû gihiştibûn baregehê hatine bikaranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst