Îrfan Denîz: Zarokên Kurd dê dîsa bi zimanekî biyanî perwerdeyê bibînin

07-09-2025
Bîlal Ehmed
Îrfan Denîz bû mêvanê Rûdawê
Îrfan Denîz bû mêvanê Rûdawê
Nîşan Perwerde Kurdî Egîtîm Sen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Rêxistina Hiqûqê ya Peymanên Bikom ên Kar ê Şaxa Duyem a EGÎTÎM SENê ya Amedê ragihand ku pêdiviya Amedê bi 7 heta 8 hezar mamosteyên nû heye.

Îrfan Denîz diyar kir ku îsal 470 hezar xwendekar û 25 hezar mamoste berê xwe didin dibistanan û got:

"Li Amedê nêzîkî 16 hezar polên xwendinê hene lê li gorî hejmara şêniyên Amedê û standardên cîhanî, ev hejmar kêm e."

Sekreterê Rêxistina Hiqûqê ya Peymanên Bikom ên Kar ê Şaxa Duyem a EGÎTÎM SENê ya Amedê Îrfan Denîz bû mêvanê Rûdawê pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.

"Hêviya me ya herî mezin..."

Îrfan Denîz qala rewşa perwerdeyê ya li Amedê kir û anî ziman:

"Nêzîkî 470 hezar zarok tenê li Amedê dest bi sala xwendinê ya 2025-2026an dikin û 25 hezar mamoste jî îsal dersan didin.

Pirsgirêka sereke ya van xwendekaran û hemû xwendekarên Kurd li Tirkiyeyê ew e ku ew bi zimanê xwe yê zikmakî naxwînin.

Hêviya me ya herî mezin ew e ku zarokên me, mîna zarokên din ên cîhanê, bi zimanê xwe werin perwerdekirin."

Ev daxwaz gelek caran ji aliyê sazî û rêxistinên Kurdan ve hatiye diyarkirin.

Li gorî qanûnên heyî yên Tirkiyeyê, zimanê fermî yê perwerdehiyê Tirkî ye û Kurdî tenê wekî dersa bijarte dikare were dayîn, ew jî li hinek dibistanan.

Îrfan Denîz her wiha bal kişand ser kêmasiya mamosteyan û qerebalixiya polan û got:

"Li gorî standardên cîhanî, divê di her polê de 20 xwendekar hebin lê li gelek cihan zêdetirî 30 heta 50 xwendekar di yek polê de hene.”

Îrfan Denîz destnîşan kir ku heger li gorî standarda cîhanî were hesabkirin, pêdiviya Amedê bi 7 heta 8 hezar mamosteyên din heye.

Piştî erdheja mezin a 6ê Sibata 2023yan ku bandoreke giran li Amed û bajarên din ên herêmê kiribû gelek dibistan û avahî hilweşiyan û li gorî pêwîstiyê dibistanên nû nehatin çêkirin.

"Li Amedê nêzîkî 16 hezar polên xwendinê hene"

Sekreterê Rêxistina Hiqûqê ya Peymanên Bikom ên Kar ê Şaxa Duyem a EGÎTÎM SENê ya Amedê Îrfan Denîz da zanîn:

"Li Amedê nêzîkî 16 hezar polên xwendinê hene lê li gorî hejmara şêniyên Amedê û standardên cîhanî, ev hejmar kêm e

Li tevahiya Tirkiyeyê tenê 10 hezar mamoste ji bo cara yekem hatin wezîfedarkirin lê belê pêdiviya Tirkiyeyê bi wezîfedarkirina 700 hezar mamosteyên nû heye."

Pirsgirêkeke din a mamosteyan rewşa wan a aborî ye.

Denîz anî ziman ku ji ber bilindbûna bihayên li Tirkiyeyê, ji bo jiyaneke asayî 88 hezar lîre pêwîst in lê mamoste di navbera 45 û 60 hezar lîreyî de distînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst