Hewlêr (Rûdaw) - Di merasîmeke taybet û bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, hejmareke zêde ya kesayetiyên siyasî û dîplomatîk ên Kurdistanê û nûnerên welatan li Hewlêrê, Tora Medyayî ya Rûdawê belgefîlma (Muhsîn Dizeyî – Dîplomatê Kurdistanê) nîşan dide.
Ev merasîm di heman demê de rêzgirtinek e ji bo kesayetiyekî diyar û têkoşerê navdar ê Kurdistanê ku tevahiya jiyana xwe ji bo xizmeta welat û gelê xwe terxan kiriye û bi salvegera destpêkirina Şoreşa Îlonê re hatiye lidarxistin.
Muhsîn Dizeyî, yekî ji wan zilamên mezin e ku navê wî bi wefadarî û xweragiriyê ve hatiye girêdan.
Wekî Pêşmergeyekî wêrek, dîplomatekî jêhatî û kesayetiyekî civakî yê xwedî rol, her tim qonaxên jiyana xwe bi xizmetkirina Kurdistanê ve girêda ye.
Ew ji malbateke navdar û xwedî helwest a Kurdistanê tê ku dîroka wan tijî nimûneyên dilsozî, dilpakî û xêrxwaziyê ye.
Ev belgefîlm, behsa qonaxên girîng ên jiyan û têkoşîna Muhsîn Dizeyî ji dema şoreşê ya bi Mele Mistefa Barzanî re, heta bi rola wî ya wekî dîplomat û parêzerekî biwefa yê nasnameya neteweyî ya Kurd dike.
Ako Mihemed: Em serbilind in ku îro rêzê li Muhsîn Dizeyî digirin
Di merasîmê de Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed gotarek pêşkêş kir.
Gotara Ako Mihemed wisa ye:
Birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, em gelekî dilxweş in ku hûn îro beşdarî merasîma nîşandana belgefîlma (Muhsîn Dizeyî – Dîplomatê Kurdistanê) bûne û em gelekî spasiya we dikin.
Kesayetiyên Kurdistan û Hewlêrê, konsul û nûnerên welatan li Hewlêrê, kesayetiyên Dizeyî û malbata Dizeyiyan, em li Tora Medyayî ya Rûdawê gelekî serbilind in ku îro em bi hev re beşdarî rêzgirtina li pêşmerge, dîplomat û kesayetiya Kurdistanê Muhsîn Dizeyî dibin.
Amadebûyên hêja, bi xêr hatina her yekî ji we dikim. Bi xêrhatineke taybet li Birêz Muhsîn Dizeyî dikim ku îro bi me re beşdar e û spas ji Xwedê re ku hîn jî bi hûrgilî tomarên wê têkoşîn û şoreşa ku ew bi xwe tê de beşdar bûye di bîra wî de ne.
Birêz Muhsîn Dizeyî, ji malbateke axa û milkdar a Kurdistanê ye. Di dîroka wan de, gelek taybetmendiyên xweşik tên dîtin. Wan erd bexşiye ji bo avakirina yekem dibistanê li herêma xwe, cih bi bêpere ji bo mana mamosteyan dabîn kiriye, debara wan malbatên hejar ên ku di şandina zarokên xwe bo dibistanê de pirsgirêka debarê hebû dabîn kiriye.
Her wiha yekî ji taybetmendiyên perwerdeyî yên din ên vê malbatê rêzgirtina li hejaran a wekî ya li hemberî dewlemend û desthilatdaran bûye.
Yekî ji wan taybetmendiyên ku Birêz Muhsîn Dizeyî di dilê gelê Kurdistanê de ezîz kiriye ew e ku amade nebûye ji bo pile û postê bi rejîmên zordar ên Îraqê re be, belkî her tim bi Şoreşa Kurdistanê re bûye. Di wê dema ku rejîmê dest bi êrişkirina ser Kurdistanê kiriye, wî postên xwe bi cih hiştine û careke din bûye pêşmerge.
Ev merasîma me ya îro hevdem e bi salvegera Şoreşa Îlonê re. Ew şoreşa ku îro jî gelê Kurdistanê bi çavê rêz û şanaziyê lê dinêre. Şoreşa Îlonê di dîroka hevçerx a Kurdistanê de şoreşa herî dirêj a Kurdistanê bû ku di 11ê Îlona 1961ê de dest pê kir û ji bo cara yekem nasname û mafên neteweya Kurd û hebûna Kurdistanê bi awayekî yasayî çespand.
Şoreşa Îlonê tevgera siyasî ya rizgarîxwaziya neteweyî ya Kurdistanê li seranserê Kurdistanê vejand. Birêz Muhsîn Dizeyî Pêşmerge, têkoşer û dîplomatê wê şoreşê bû.
Gelê Kurdistanê û hevalên Birêz Muhsîn Dizeyî bi gelek rêz û şanazî li têkoşîn û rabirdûya wî dinêrin, ji ber ku di dema şoreşê de bi gelek wefadarî ji bo Kurdistanê di bin rêbertiya rêberê şoreşê û serokê nemir ê Kurdistanê Mele Mistefa Barzanî de têkoşiyaye, her wiha di dema nexweşketina wî de yek ji kesên herî nêzîk û wefadar ên wî bûye.
Tiştê ku hûn di belgefîlma (Muhsîn Dizeyî – Dîplomatê Kurdistanê) de dibînin ne hemû têkoşîna Birêz Muhsîn Dizeyî ye, belkî nîşandaneke kurt a çend qonaxên girîng ên jiyan û têkoşîna wî ye, lê amadebûna we ya hêja ev nîşandan kiriye merasîmeke xweş ji bo rêzgirtina li têkoşîna Birêz Muhsîn Dizeyî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse