Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pesnê belgefîlma 'Muhsîn Dizeyî – Dîplomatê Kurdistanê' da ku ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ve hatiye amadekirin û got ku belgefîlm ji bo nifşê nû, ji bo ciwanan û ji bo kesên ku dê di paşerojê de vî welatî bi rê ve bibin girîng e.
Îro, di merasîmeke bi heybet de û bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, hejmareke zêde ya kesayetiyên siyasî û dîplomat ên Kurdistanê û nûnerên welatan li Hewlêrê, Tora Medyayî ya Rûdawê belgefîlma (Muhsîn Dizeyî – Dîplomatê Kurdistanê) nîşan da.
Muhsîn Dizeyî, yekî ji wan şexsiyetên mezin e ku navê wî bi wefadarî û xweragiriyê ve hatiye girêdan.
Wekî Pêşmergeyekî wêrek, dîplomatekî jêhatî û kesayetiyekî civakî ya xwedî pêgeh, her tim qonaxên jiyana xwe bi xizmetkirina Kurdistanê ve girêdaye.
Ew ji malbateke navdar û xwedî helwest a Kurdistanê tê ku dîroka wan tijî nimûneyên pakî, dilsozî, û xêrxwaziyê ye.
Ev belgefîlm, behsa qonaxên girîng ên jiyan û têkoşîna Muhsîn Dizeyî ji dema şoreşê ya bi Mela Mistefa Barzanî re, heta bi rola wî ya wekî dîplomatkar û parêzerekî biwefa yê nasnameya neteweyî ya Kurd dike.
"Rûdawê karekî mezin kir"
Piştî nîşandanê, Serokê Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û got: "Ez dixwazim bi hemû dilê xwe destxweşiyê li Rûdawê bikim, destxweşiyê li beşa belgefîlman a Rûdawê bikim, destxweşiyê li Kek Ako bikim, ev tiştê ku wan kir karekî mezin bû."
Nêçîrvan Barzanî her wiha diyar kir ku belgefîlm ji bo wê girîng e ku nifşê nû "bizanibe ku tiştê me niha bi dest xistiye encama têkoşîn û berxwedana wan têkoşeran bûye.
Serokê Herêma Kurdistanê got,”Tiştê ku îro li cem me heye û ew azadiya ku me îro bi dest xistiye ne kêm bûye, gelek kesan ji bo wê têkoşîn kiriye, xebat kiriye û zehmetî kişandiye."
Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir ku beşek ji tiştên ku di vê belgefîlmê de derbarê Muhsîn Dizeyî de dîtine, "ji bo min bi xwe nû bûn, tevî ku ez Kek Muhsîn nas dikim û em wekî malbat gelekî tevlihev bûne û bi hev re bûne."
"Ev belgefîlm ji bo nifşên nû gelekî girîng e"
Axaftina Serokê Herêma Kurdistanê wisa ye:
“Gotinên xwe yên li ser Mam Muhsîn min di wê belgefîlmê de gotin, gelek tiştên din jî hebûn ku dihatin gotin lê ji ber derfet û kêmasiya wextê, ew qas karîbûn bên gotin.
Ez dixwazim bi hemû dilê xwe destxweşiyê li Rûdawê bikim, destxweşiyê li beşa belgefîlman a Rûdawê bikim, destxweşiyê li Kek Ako bikim, ev tiştê ku wan kir karekî mezin bû….
Çima ev belgefîlm girîng e? Ev belgefîlm ji bo nifşê nû girîng e, ji bo ciwanan, ji bo kesên ku dê di paşerojê de vî welatî birêve bibin, ji bo wê yekê girîng e ku ew bizanibin ku tiştê me niha bi dest xistiye encama têkoşîn û berxwedana wan têkoşeran bûye.
Tiştê ku îro li cem me heye û ew azadiya ku me îro bi dest xistiye ne kêm bûye, gelek kesan ji bo wê têkoşîn kiriye, xebat kiriye û zehmetî kişandiye.
Ez hêvîdar im ku ev kar ji bo têkoşerên wekî Kek Muhsîn, ji bo kesên din ên ku têkoşiyane û kar kirine, berdewam be. Ji ber ku karekî gelekî mezin e.
Ji bo min bi xwe, ku li gorî hesabê min ez Kak Muhsîn gelekî baş nas dikim, wekî ku min got Mam Muhsîn, hinek beşên vê belgefîlmê yên ku min îro dîtin ji bo min nû bûn, tevî ku ez Kek Muhsîn baş nas dikim û em wekî malbat jî tevlihev in û bi hev re bûne.
Ji ber vê yekê ez destxweşiyê li Rûdawê dikim, destxweşiyê li Kak Şaho (Mamoste Şaho) dikim, destxweşiyê li hemû wan hevalan dikim ku zehmetî kişandine û ev kar kirine.
Ev belgefîlma ku îro wan çêkiriye û ew beşa ku bi vî erkî rabûye, bi rastî karekî mezin kiriye. Gotinên min ên li ser Kek Muhsîn ew bûn ku min li wir gotin, lê ez destxweşiya we dikim û hûn hemû bi xêr hatin.
Ez hêvîdar im hûn li ser van karên baş berdewam bin da ku ciwanên me û nifşê me yê niha bizanibin ku tiştê me bi dest xistiye, tevî hemû kêmasî û pirsgirêkên heyî, ne tiştekî kêm e...
Tiştekî mezin e lê komeke gelek kesan ji bo wî têkoşîn kiriye, şevên xwe bêxew kirine, zehmetî kişandine, heta ku tiştê me îro bi dest xistiye, pêk hatiye.
Ez hêvîdar im înşalah Kurdistan ava bibe û em her roj we bi şadî, xweşî û serkeftinê bibînin, bi xêr hatin ser çavan.
Gelekî spas.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse