Hewlêr (Rûdaw) - Kandîda berê ya serokatiya Amerîkayê, Hillary Clinton derbarê biryara Amerîkayê ya rêdana êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê got, “Biryara wî xiyanet e li hember Kurdan û sonda wî ya yasayî.”
Hillary Clinton, bertekeke tund nîşanî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a têdana êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û vekişîna beşek ji hêzên Amerîkî ji Serê Kaniyê û Girê Spî.
Clinton, li ser hesaba xwe ya Twîtterê, ragihand, “Eger serok (Donald Trump) li gel serkirdeyên zordar ên Tirkiyê û Rûsyayê li hember hevpeymanên me yên dilsoz û berjewendiyên taybet ên Amerîkayê raweste. Biryara wî xiyanet e li hember Kurdan û sonda wî ya yasayî."
Li aliyê din balyoza berê ya Amerîkayê li Netewên Yekgirtî (NY), Nikki Haley jî berteka xwe li hemberî biryara Serokê Amerîkayê de nîşan da û got ku divê ew her tim piştevanên hevpeymanên xwe bin.
Nikki Haley li ser hesaba xwe ya Twitterê got, “Divê em hertim li pişta hevpeymanên xwe bin, eger em çaverê dikin ku ew li pişta me bin. Kurd roleke çalak di şerê me yê serkeftî yê li dijî DAIŞê de hebûn. Terikandina wan li hember mirinê, şaşiyeke mezin e.”
Koşka Spî îro bi daxuyaniyekê aşkere kir ku Tirkiye dê êrişî Rojavayê Kurdistanê bike û di vê çarçovê de hêzên Amerîkî ji binkeyên xwe yên li Girê Spî û Serê Kaniyê vekişiyan.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî got ku Amerîka hêzên xwe vedikişîne û ew dê êrişa bo ser rojhilatê Firatê bidin destpêkirin.
Çendek piştî van rûdanan Donald Trump li ser twîttera xwe, got, "Serokê Amerîkayê Donald Trump jî li ser hesaba xwe ya Twitterê peyamek belav kir û got, "Em dê ji vê şerê bê wate û bê dawî bîne derve. Kurd jî bê bermaber şer nekiriye û me gelek pere û çek dane wan."
Herwiha çend demjimêr piştî vê daxuyaniya xwe Trump twitteke din belav kir û got, "Ez dê aboriya Tirkiyê wêran bikim, eger ku li gel zanebûna min a mezin û bêmînak li hev negire û ji sînorê xwe derkeve."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse