Hewlêr (Rûdaw) – Amerîkayê hêzên xwe yên leşkerî yên li ser sînorê navbera Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê, ji du cihan paşde vekişand. Fermandariya Giştî ya HSDê vekişandina hêzên Amerîkayê piştrats kiriye, peyamnêra Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê jî dibe, hêzên Amerîkayê ji du xalên çavdêriyên yên li Girê Spî û Serê Kaniyê vekişiyane.
Peyamnêra Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê, Vîviyan Fetah ragihand, hêzên Amerîkayê du binkeyên xwe yên çavdêriyên yên li ser sînorê Rojava vala kirin û jê vekişiyan.
Vîviyan Fetah da xuyakirin, ew xalên çavdêriyê yên Amerîkayê ku hatine valakirin, li Girê Spî û Serê Kaniyê ne.
Fermandariya Giştî ya HSDê jî îro di daxuyaniyekê de piştrast kir, ku hêzên Amerîkayê ji sînorê Rojava yê bi Tirkiyê re vekişiyane û ji ber wê yekê helwêsta Amerîkayê bi tundî rexne dike.
HSDê ragihand, “Amerîkayê rêz li soz û pebendiyên xwe negirt” û tekez kir: “Em dê bê dudilî berevaniyê di ber xwe de bikin.”
Fermandariya Giştî ya HSD diyar kiriye: “Tevî kar û xebata ji aliyê me ve da ku operasyonên leşkerî bi Tirkiyê re çênebin û nermbûna me ji bo avakirina mekanîzmaya ewlehiya sînor û pêkanîna erkên li ser milê me dikevin, lê hêzên Amerîkayê erkên xwe pêk neanîn û hêzên xwe ji herêmên sînorê bi Tirkiyê re vekişandin. Niha jî Tirkiye amadekariya operasyona dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de, HSD destnîşan dike, di egera her core êrîşeke Tirkiyê de, ew dê bê dudilî berevaniyê di ber xwe de bikin û dibêje: “Em wek Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kêliyekê ji bo parastina xwe ranawestin. Em bang li gelê xwe bi hemû pêkhateyên wê yên Ereb, Kurd, Suryan û Aşûr dikin ku xwe bikin yek û li kêleka hêzên xwe yên rewa bisekinin, da ku parastina welatê xwe ji êrîşên Tirkiyê bikin.”
Fermandariya Giştî ya HSDê diyar dike, ku êrîşa Tirkiyê dê bandoreke neyînî li şerê li dijî DAIŞê û herwiha seqamgîriya li herêmê bike.
Koşka Spî îro daxuyaniyek belav kir û têde ragihandiye, di demeke nêzîk de Tirkiye operasyoneke serbazî li bakurê rojhilatê Sûriyê dest pê dike.
Daxuyaniya Koşka Spî Piştî pêwendiya telefonî ya navbera Serokê Amerîkayê, Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan hat, ku şeva bihorî 6ê Cotmehê hat encamdan.
Di daxuyaniya Koşka Spî de hatiye gotin, hêzên Amerîkayê beşdarî di operasyona Tirkiyê de nakin û alîkariya wê nakin, hevdem astengiyê jî bo operasyonê çênakin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse