Nêçîrvan Barzanî û Emar Hekîm pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin

07-10-2025
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Emar Hekîm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û  Serokê Tevgera Hîkmetê ya Îraqê Emar Hekîm  rewşa Îraqê û pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê Serokê Tevgera Hîkmetê ya Niştimanî ya Îraqê Emar Hekîm û şandeya pê re qebûl kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civînê daxuyaniyek da û diyar kir ku rewşa giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê, pêvajoya siyasî ya welat, pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, hilbijartinên bê yên Îraqê û rewşa herêmê hatin gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du aliyan tekezî li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên Îraqê, bi taybetî pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir.

Her du aliya tekez kir ku hevkariya di navbera aliyên siyasî û pêkhateyan de ji bo rûbirûbûna pirsgirêkan û parastina aramî û îstiqrara welat gelekî girîng e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst