Konsulê Holendayê: Peymana petrolê erênî ye

07-10-2025
RÛDAW
Nîşan Adrian Ijsselstein Herêma Kurdistanê Holenda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konsulê Giştî yê Holendayê yê li Herêma Kurdistanê Adrian Ijsselstein peymana petrolê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de wekî pêngaveke erênî bi nav kir.

Derbarê hilbijartinên Parlamentoya Îraqê de Konsulê Holendayê got, "Hilbijartin baştirîn demên demokrasiyê ne" û ji xelkê xwest ku bi awayekî çalak beşdarî hilbijartinan bibe.

Adrian Ijsselstein di hevpeyvîneke taybet de ji Rûdawê re axivî.

"Peymana petrolê gaveke erênî ye"

Adrian Ijsselstein li ser pirsa derbarê lihevkirina di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de ya ji bo ji nû ve hinartina petrolê got:

"Bê guman ew tiştekî erênî ye. Her tim hebûna lihevkirinekê erênî ye, lewma em gelekî dilxweş in bi wê."

"Beşdarî hilbijartinan bibin"

Adrian Ijsselstein derbarê kampanyaya hilbijartinan a li Îraqê nêrîna xwe wiha anî ziman:

"Hilbijartin her tim dema herî baş a demokrasiyê ne. Lewma pêşniyaran min ji bo hemû dengderan ew e ku deng bidin û piştrast bin ku îradeya gel tê bicihkirin."

Peyama ji bo PDK û YNKyê

Wî li ser pirsa “Pêşniyara we ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, kabîneya bê çi ye? Peyama we ji bo Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê çi ye?” wiha got:

“Tenê bikin. Tenê bikin û hikûmetê pêk bînin."

Plana ji bo rûbirûbûna guherîna avhewayê

Konsulê Giştî yê Holendayê derbarê planên welatê wî yên ji bo alîkarîkirina Îraq û Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna guherîna avhewayê de jî wiha got:

"Ew di çend astên cuda de rû dide. Lê ez dixwazim bi taybetî balê bikişînim ser tiştekî ku têkiliya wî bi çandiniyê re heye.

Em di warê çandiniyê de hevkarek mezin in û divê berdewam bike. Mesele ne firotina hejmara herî zêde ya mangan e lê piştrastbûna ji wê ye ku bi rengekî tê kirin ku li hemberî avhewayê hestiyar be.

Heman tişt rast e, çi gul be yan jî kartolan biçînî, ji bo dîtina çareseriyên berdewam ên ku avê diparêzin û bandoreke zêde li ser avhewa û jîngehê nakin.

Lewma em gelekî bi cidî li ser wê dixebitin û em dê xebatên xwe bidomînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst