Koçer ji zozanan vedigerin

07-11-2025
Nîşan Koçer Zozan Veger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zivistan nêzîk dibe û berî hatina berfê rêwitiya koçeran a ber bi germiyanan ve dest pê kiriye.

Koçerên ku dawiya adarê û serê nîsanê derdikevin Zozanên Şênê yên Mûşê, dilezînin da ku xwe bigihînin Amedê û zivistana xwe li gund û warên xwe derbas bikin.

Rêwitiya wan nêzîkî mehekê diajo û di rê de rûbirûyî gelek zehmetiyan dibin.

“Derdê debarê ye”

Koçer Ethem Ozcan got:

“Em 10 roj in di rê de ne. Em ji Mûşê diçin Lîcê, Deşta Fîsê. Jiyan zehmet e lê em çi bikin derdê debarê ye. Em neçar in.”

Bi roj metirsiya trafîkê û bi şev jî êrişên ajelên kovî rêwitiya koçeriyê zehmettir dikin lê ji bilî ajeldarriyê ti çareya wan nîne.

Koçer Îsmaîl Ozcan wiha behsa rêwîtiya xwe kir:

“Bi şev û roj, zivistan û havînan, em bi berdewamî li serê rêyan in. Ne karekî hêsan e, rêya 9 fitlok zehmet e. Ji ber ku em rê ji otomobîlan re vedikin, zehmet e.”

Sektora ajeldariyê di debara xelkê Amedê de cihekî girîng digire.

Li gorî amarên Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyeyê, li Amedê 2 milyon û 300 hezar pez û bizin û 605 hezar dewar hene.

Amed di hejmara pez û bizinan de li Tirkiyeyê bajarê çaremîn e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst