Hewlêr (Rûdaw) - Piştî germbûna dinyayê û helîna berfê rêwîtiya koçerên Şirnexî a ber bi zozanên bilind ve dest pê kir.
Koçerên ku zivistana xwe li bajarokên Dêrgulê û Tilêla yên Şirnexê derbas dikin amadehiya rêwitiyeke nû dikin.
Berê wan li Zozanê Feraşînê yê Colemêrgê û Zozanê Çemkarî yê Sêrtê ye û rêwitiya wan dê nêzîkî mehekê biajo.
“Em bi hezkirin vî karî dikin”
Ajeldar Hacî Sakîn diyar kir ku ew ji karê xwe hez dikin û got:
“Em ajeldariyê dikin. Em bi hezkirin vî karî dikin. Niha hewa li vê derê germ bû û em dê biçin zozanan.
Em dê nêzîkî 3 mehan li wê derê bimînin û pişt re dîsa vegerin.”
Wekî gelek qadê jiyanê, di jiyana koçeran de jî barê herî giran li ser milên jinan e.
Karê herî zehmet jî yê jinan e çimkî hem bêrîvaniyê dikin û hem jî hemû kar û barên malê li ser milê wan e.
“Xelk nahêle em bisekinin”
Ajeldar Faysal Abay jî qala zehmetiyên rêwîtiyê kir û biland:
“Em zivistanê 6 mehan li ser kozan dimînin. Em mehek û 20an jî di rê de dimînin.
Pir zehmet e, zor e. Rê û rêbuharên xelkê ne, xelk nahêle em bisekinin.”
Şirnex navendeke girîng a ajeldariyê ye û bi hezaran malbat debara xwe bi ajeldariyê dikin.
Li gorî amarên Saziya Çandinî û Daristanan a Şirnexê li wê parêzgehê milyonek û 200 hezar mih û bizin hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse