Hewlêr (Rûdaw) - Bijîşkekî Nexweşxaneya Xalid Fecir a li taxa Şêx Meqsûdê ya parêzgeha Helebê ragihand ku nexweşxaneya wan hatiye bombebarankirin û di encamê de kuştî û birîndar hene.
Bijîşk Ebdulqadir Hisko ji Rûdawê re eşkere kir ku êvarê bi çekên giran êrişî nexweşxaneyê hatiye kirin û got,"Di encama êrişê de sivîlek şehîd ket û kesekî din jî bi giranî birîndar bû."
Hisko amarên dawî yên qurbaniyan parve kirin û diyar kir ku heta niha 20 kesan canê xwe ji dest daye û 75 kesên din jî birîndar in.
Bijîşkê Kurd her wiha anî zimên ku topbarana li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê bi dijwarî didome û rewşa mirovî ya hevwelatiyan gelekî xerab e.
Bijîşkê Nexweşxaneya Xalid Fecir daxwaza alîkariya lezgîn kir û got,"Pêdiviya me ya zêde bi derman û pêdiviyên bijîşkî heye.
Her wiha pêdiviya me bi bijîşkên pispor ên neştergeriyê heye."
Dr. Ebdulqadir Hisko: Pêdiviya me bi derman û bijîşkên neştergeriyê heye
Ji 06ê Kanûna Paşîn vê artêşa Komara Ereban a Sûriyeyê û komên çekdar ên bi tank û topan ên li ser taxên Kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dest pê kirine.
Li gorî agahiyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê ev êrişên hov û aloziyên leşkerî hîn jî didomin.
Dîmenên vîdeoyî yên piştrastkirî jî kêliya ku nexweşxane rasterast dibe hedefa topbaranê nîşan didin.
Di wê demê de gelek nexweş û birîndar di hundirê nexweşxaneyê de dihatin dermankirin.
#VÎDEO - Artêşa Ereban a Sûriyeyê nexweşxane bombebaran kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 8, 2026
💢 Kêliya bombebarana çekdarên Artêşa Ereban a Sûriyeyê ya Nexweşxaneya Xalid Fecr a li taxa Şêx Meqsûdê
💢 Xelk û karmendên sivîl dibin qurbanî pic.twitter.com/B6WpO67rG1
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse