Hewlêr (Rûdaw) - Şer û pevçûnên li her du taxên Kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê didome û li gorî zanyariyan kesekî canê xwe ji dest daye û 17 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên li derdora taxên Kurdan ên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê yên Helebê şer û pevçûnên bi navber di navbera hêzên Asayîşa Rêveberiya Xweser û çekdarên Şamê de berdewam dikin.
Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Helebê êvarî ragihand ku xaleke hevbeş a hêzên wan û Hêzên Ewlehiyê ya Giştî li nêzîkî Çerxerêya Şîhanê ya li derdora taxa Eşrefiyê rastî êrişeke çekdarî hatiye.
Li gorî daxuyaniya Asayîşê di encama êrişê de 2 endamên Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Helebê birîndar bûn.
Li gorî medyaya Rêveberiya Xweser di encama êrişa komên çekdar ên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê jinekê canê xwe ji dest da û 17 kes birîndar bûn.
Li gorî nûçeya ANHAytê di êrişê jina bi navê Fedwa Mihemed El Kurdiya 45 salî canê xwe ji dest daye.
Navên kesên ku birîndar bûne jî wiha ne:
Henan Ebdulhemîd Îsmaîl (20), Mihemed Ebdulhemîd (19), Ebdulhemîd Îsmaîl (48), Zekeriya Xelîfe (53), Ebdo Eswed (40), Mehmûd Nîdal Îbrahîm (18), Aydil Elî (9), Dicle Osman (34), Ebdurehman Horo (18), Doxan Elo (18), Cemîl Ukaş (22), Mehmûd Eswed (20), Mêrvan Bekir (22), Arif Bîlal (20) û Royar Hebeş(13), Zeyneb Henan (25) û Usama Betîx (30).
Li aliyê din hat zanîn ku ji ber êrişên hinek kes ji taxên xwe koçber bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse