Li Amedê bendav tijî bûn: Parêzgariyê hişyarî da

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amed Bendav Parêzgarî Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê piştî şiliya zêde ya zivistana îsal bendav tijî bûn.

Li Bakurê Kurdistanê îsal şilî zêde ye û berf û baraneke zêde bariya.

Ji ber şiliya zêde bendav tijî bûn û asta ava çem û golan bilind bûye.

Hejmarek kaniyên ku miçiqîbûn careke din herikîn.

Parêzgariya Amedê ragihand ku ji ber şiliya zêde bendav avê zêde werdigrin û asta avê bilind dibe.

Parêzgariya Amedê dibêje, eger heye ku li hinek bendavan ji ber tijîbûnê ava zêde berdin û hişyariyê dide welatiyan.

Parêzgarî bi taybetî ji nişteciyên li nêzîk çem û bendavan daxwaz dike ku hişyar bin û piştî berdana avê zerarê nebînin.

Hişyarî bi vî awayî ne:

- Niştecihên li gund û bajarên li dora qeraxên çeman divê guh bidin daxuyaniyên hatine dayîn û dê werin dayîn.

- Divê ji bo erdên çandiniyê, rez, baxçe, stargehên demkî û hwd. Yên  li deverên ku di qeraxa çem de an jî nêzîkî wê derê ne tedbîr  bên wergirtin.

-Madenên qûm û keviran (xînçirk) ên ku di qeraxa çem de hatine avakirin divê li gorî prensîb û prosedurên xebitandinê yên peywendîdar kar bikin.

-Divê di demên berdana avê de ji ketina nav çem dûr bisekinin û divê li hemberî zêdebûna ji nişkê ve ya asta avê hişyar bin û tedbîr bên wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst