Ji bo Amedê û bajarên derdora wê hişyarî hat dayîn

12-10-2025
Nîşan Amed Hişyarî Baran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya  Herêma 15emîn a Meteorolojiyê ji bo Amed, Êlih, Riha, Mêrdîn û Sêrtê hişyariya barana gur da.

Navenda Pêşbînî û Hişyariyê ya Herêma Amedê ya Birêvebiriya Herêma 15emîn a Meteorolojiyê der barê rewşa hewayê agahî dan.

Hat gotin ku îro ji danê êvarê pê ve, li navenda Amedê û Êlihê û navçeyên wan, li Siwêreg, Curnê Reş û Wêranşarê yên navçeyên Rihayê, li Stwer, Dêrîk û Şemrexê yên navçeyên Mêrdînê, li Şîrwan, Hewêl, Misir û Tiloyê yên navçeyên Sêrtê barana gur û dem demî jî tavî tê pêşbînîkirin.

Li hemberî lehî, birûsk, bayê xurt û astengiya di hatin û çûyînê de hişyarî hat dayîn ku welatî hişyar bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst