Li ser rêya Seqiz û Dîwandereyê qeza: 3 mirî

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Seqiz Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di encama qezayeke trafîkê de li ser rêya Dîwandere û Seqizê ya parêzgeha Sineyê, 3 kes mirin û kesek jî bi giranî birîndar bû.

Birêvebirê Heyva Sor a Dîwandereyê ya parêzgeha Sineyê Ebdullah Rehîmî ragihand ku qeza di navbera otomobîleke taybet û du barhilgiran de rû daye.

Ebdullah Rehîmî da zanîn ku qeza li herêma Dole Wişkeyê çêbûye û di encamê de 3 kes mirine.

Rehîmî derbarê rewşa kesê birîndar diyar kir ku birîna wî giran e û piştî wergirtina tedawiya ewil, ew veguhastine nexweşxaneyê.

Rêya Seqiz-Dîwandereyê metirsîdar e

Rêya di navbera Seqiz û Dîwandereyê de wekî yek ji rêyên herî metirsîdar tê qebûlkirin.

Ji ber zêdebûna çûn û hatina barhilgiran û xirabiya binesaziya rêyê, her sal gelek qezayên trafîkê lê çêdibin û dibin sedema mirina welatiyan.

Amarên qezayan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê

Li gorî amarên Saziya Tiba Dadî ya Îranê, di şeş mehên ewil ên sala 2025an 10 hezar û 414 kes di qezayên trafîkê de mirine.

Her wiha di heman demê de 202 hezar û 145 kesên din jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst