Heyva Sor a Urmiyeyê: Li Nexedeyê di êrişekê de 9 kes mirin

Duh li 04:33
RÛDAW
Nîşan Urmiye Rojhilatê Kurdistanê Êriş Îran Îsraîl Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Heyva Sor a Parêzgeha Urmiyeyê ragihand, di encama êrişa li ser kargeheke hilberîna nîşaste û ard a li Nexedeyê de herî kêm 9 kes mirine û kesek jî winda ye.

Li gorî zanyariyan, doh êvarî, di berdewamiya êrişên Îsraîl û Amerîkayê de, kargeheke hilberîna ard û nîşasteyê ya li sêrêya Heyderavayê ya bajarê Nexedeyê yê parêzgeha Urmiyeyê hat hedefgirtin.

Birêvebirê Giştî yê Heyva Sor a Parêzgehê Hemîd Mehbûbî diyar kir ku di encama êrişê de 9 kesan canê xwe ji dest daye û 9 kes jî birîndar bûne.

Şofêr û karker bûn armanc

Hemîd Mehbûbî amaje pê kir ku tenê 4 ji birîndaran karkerên kargehê ne û 5 ji wan jî şofêrên barhilgiran in.

Li gorî gotina Birêvebirê Giştî yê Heyva Sor a Parêzgeha Urmiyeyê, xeynî miriyan, kesek jî heta niha winda ye û tê texmînkirin ku di bin kavilên avahiyê de mabe.

Hat zanîn ku baregeheke Artêşa Îranê ku wekî "Yekîneya Hêzên Taybet" tê naskirin li nêzîkî wê kargehê ye.

Ev cara duyem e ku di êrişên Amerîka û Îsraîlê de li Nexedeyê qurbanî çêdibin.

3yê mehê jî li navenda bajarê Nexedeyê êrişî Baregeha Welî Esr a Supaya Pasdaran hatibû kirin û di encamê de 6 pasdaran canê xwe ji dest dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst