Li Semsûrê agir bi zeviyên çandiniyê ket

08-06-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê agir bi 100 donim zeviya ku ceh lê hatibû çandin ket û di encam de zirareke zêde çêbûye.

Li gor agahiyan, roja Çarşemê 7ê Hezîrana 2023an li navçeya Kalikê ser bi parêzgeha Semsûrê ve ji ber sedemeke nayê zanîn agir bi zeviyên çandiniyê ket.

Ji ber hêza bayê agir zû li nav zeviyê belav bû û rûbereke mezin a zeviyê şewitand.

Li ser agahdarkirinê, tîmên agirvemirandinê çûne cihê bûyerê û bi alîkariya welatiyan hewl dan ku agir kontrol bikin.

Lê di encama şewatê de zirareke zêde çêbûye û li gor zanyariyên hatine bidestxistin, nêzîkî 100 donim zeviya ceh bi giştî şewitiye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst