Hewlêr (Rûdaw) -Koma Civakên Kurdistanê (KCK) diyar kir ku merasîma çekdanînê sibeha roja înê (11ê Tîrmeh li navçeya Raperînê pêk were.
Rûdawê cara yekem 30ê Hezîranê belav kiribû ku komeke gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dê di navbera 9-12ê Tîrmehê de bi merasîmekê çekên xwe deynin.
Çavkaniyekê ji Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, “Em hatine agahdarkirin ku roja înê (11ê Tîrmehê) merasîma çekdanînê dê pêk were.”
Li aliyê din, Berpirsê Ofîsa Ragihandina KCKyê Cûdî Serhed jî ji wan rojnamegerên ku xwe di merasîmê de akretîde kiribûn re maîl şand.
Cûdî Serhed di maîla xwe de ragihandiye ku merasîm dê berî nîvroya 11ê Tîrmehê li herêma Silêmaniyê pêk were.
Li gorî agahiyên Rûdawê, merasîm dê li sînorê Îdareya Serbixwe ya Raperînê ya Silêmaniyê pêk were.
Çavkaniyê ji Rûdawê re got, "Cihê çekdanînê nehatiye guhertin."
Li gorî agahiyan, hejmara wê koma ku biryar e wekî “niyetpakî” çekên xwe deyne derdora 20 heta 30 gerîlayan e.
KCKyê şeva borî ragihand, ji ber “rewşa ewlehiyê” rojnameger nikarin rasterast li qada merasîmê amade bin û weşana zindî jî dê neyê kirin.
KCKyê di daxuyaniya xwe de got, “Li cihekî nêzîkî merasîmê dê ekraneke mezin bê amadekirin û piştî merasîmê dîmenên tomarkirî dê li ser wê ekranê bên nîşandan. Ev yekane rê ye ku rojnameger karibin zanyariyan jê wergirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse