Li Amedê ji sedî 97 pêketiyên Covid-19 xwe derzî nekirine

08-08-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Amedê ku li gor rêjeya pêkitina bi coronayê di kategoriya sor de ye û derzîlêdanê ne di asta tê xwestin de ye, ji sedî 97 pêketiyên Covid-19ê yên li nexweşxaneyan tê dermankirin derzî li xwe nedane.

Li Amedê rêjeya pêketina bi Covid-19ê roj bi roj zêde dibe. Li gorî daneyên Rêvberiya Tenduristiyê ya Amedê, rojane li wê parêzgeha Bakurê Kurdistanê di navbera 1700 û 2000an de pêketinên nû rû didin.

110 tîmên tendirustiyê yên ku ji aliyê Rêveberiya Tenduristiyê ve hatine damezrandin, gund bi gund, kolan bi kolan û mal bi mal digerin da ku welatiyan razî bikin derziya li dijî coronayê li xwe bidin.

Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gaziyaşargil a Amedê 6 qat tenê ji bo nexweşên Covid-19ê hatine veqetandin.

Karbidestên nexweşxaneyê diyar kirin ku ji sedî 97ê nexweşên ku di bin çavdêriya hûr de ne û li nexeşxaneyan çareserî ji wan re te kirin, kesên ku heta niha derziya li dijî coronayê bikar nehanîne.

Li gor medyaya Tirkiyê, bi giştî rêjeya doza yekem û doza duyem a derzîlêdanê li Amedê ji sedî 20 e. Hat destnîşankirin ku Cejna Qurbanê û zêdebûna dawet û sersaxî sedemên sereke ne di zêdebûna pêketina coronayê de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst