Şehîdketina Ramîn û hawara dayîk û xwişka wî: Hemû malbata wî Pêşmerge ne

1 demjimêr berê
Bextiyar Qadir
Hawara dayîka şehîd Ramîn Adil / Wêne: Rûdaw
Hawara dayîka şehîd Ramîn Adil / Wêne: Rûdaw
Nîşan Ramîn Adil Pêşmerge Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dema ku cenazeyê Ramîn Adil gihîşt zêdê wî yê li devera Barzanê, bi hezaran kes di nav xemgîniyeke kûr de bûn.

Di wê kêliyê de hewara dayîk û xwişka wî ya yekane digihîşt asîman.

Ramîn Adil yek ji wan Pêşmergeyan bû ku di êrişa mûşekî ya Îranê ya li baregeha wan de şehîd ketibû.

Ramîn 25 salî bû. Bavê wî 3 caran birîndar bûye. Her wiha du ap û xalekî wî şehîd in û her sê birayên wî jî Pêşmerge ne.

Hêsirên wê qala êşeke kûr dikir

Ramîn bi pileya efseriyê di Firqeya 7an a Piyadeyê de kar dikir.

Di nav şînê de, xwişka yekane ya Şehîd Ramîn Adil bi dîtina wêneyê birayê xwe bi kûl digiriya.

Hêsirên wê qala êşeke kûr dikir.

Sabîr Adilê birayê Ramîn, bi çavên tijî hêsir dema bihîstina nûçeyê û gihîştina cihê bûyerê ji Rûdawê re qal kir.

Sabîr Adil got, "Dema me nûçeya êrişê bihîst, ez ber bi Spîlkê û baregeha Pêşmergeyan ve bi rê ketim.

Dema ez gihîştim, agir bi her çar aliyên baregehê ketibû. Min dît ku birayê min û gelek Pêşmerge di nav xwînê de ne.

Li ber çavên min termê birayê min birin û wê demê ez pê hesiyam ku şehîd ketiye."

"Gelekî zû bû Pêşmerge"

Heval û hevçeperên Ramîn bi serbilindî qala wêrekî û xizmetên wî dikin.

Sefîn Hesenê ku Pêşmerge û hevalê Şehîd Ramîn e got:

"Ramîn gelekî zû bû Pêşmerge. Piştî qedandina xula Pêşmergetiyê çû Koleja Leşkerî ya Zaxoyê û xula 29an kuta kir.

Pişt re 2 salan wekî efser di nav refên Pêşmergeyan de xizmet kir."

Malbata Ramîn ji eşîra Doskiyan e û li Soranê dijî.

Şehîdbûna Ramîn bû sedem ku xelkê Soran û Behdînanê di şîna wî de kom bibin.

Armanca wan ew e ku bi hev re hevxemiya xwe ji bo vê malbata têkoşer nîşan bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst