Li Amedê 3 kargeh û 22 traktor şewitîn

08-08-2025
RÛDAW
Nîşan Amed Agir Sîteya Traktoran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Peyasê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji ber sedemeke nehatiye zanîn agir bi Sîteya Traktoran ket û di encam de 3 kargeh û 22 traktor şewitîn.

Li Taxa Huzurevlerî roja agir bi Sîteya Traktoran ket û li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.

Piştî çend demjimêran agir hat vemirandin û hat diyarkirin ku di encamê de 3 kargeh û 22 traktor şewitîne.

Her wiha zerer gehiştiye otomobîlekê.

Derbarê bûyer dest bi lêkolînê hatiye kirin û li ser sedema agir lêkolîn didome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst