Hewlêr (Rûdaw) - Agirê bejahiya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê piştî hewldanên tîman hat vemirandin.
Li gundê Gomêçê ya Hênê û li Deşta Fîsê ya Licê li daristanên ku darên mazî lê hene ji ber sedemek nediyar agir derketiye.
Li ser agahdarkirinê, Birêvebiriya Daristanan a Amedê, AFAD, tîmên agirvemirandinê û cendirme çûn cihê şewatê.
Li gorî zanyariyên Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci, ji Birêvebiriya Daristanan 30 karmend û 5 wesayîtên agirvemirandinê û her wiha tîmên agirvemirandinê yên hinek şaredariyan midexaleyî agir kir.
Parêzgariya Amedê ragihand ji ber bandora agir 3 welatî bi sivikî nexweş ketin.
Her wiha hat gotin ku xebatên vemirandinê bi kordînasyona AFADê bênavber didomin û 74 wesayît û 226 personel li herêmê ne.
Parêzgariyê eşkere kir ku niha ti metirsiyeke cidî li ser niştecihan nemaye.
Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci ragihand ku şewat saet seat 01:30î bi temamî hatiye kontrolkirin.
Tîmên li herêmê dest bi xebatên sarkirinê kiriye.
#VÎDEO - Şewata li daristana Licê hat kontrolkirin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) August 16, 2025
Hevkarê me Abdulselam Akinci ji cihê bûyerê zanyariyên zêdetir dide pic.twitter.com/EM25lEqxRB
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse