AMED - Li Licê agir bi daristanê ket

26-07-2025
Nîşan Amed Licê Daristan Agir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li devera navçeya Licê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê agir bi daristanê ket û midaxeleya ji bo vemirandina wê didome.

Li Licê serê sibê ji ber sedemeke nediyar şewat bi daristana darên maziyan ket.

Li ser agahdarkirina, tîmên Birêvebirya Daristanan, îtfaiye û cendirmeyan çûn herêmê.

Agirê ku bi midaxeleya helîkoptera cendirmeyan a ji hewayê û tîmên ji bejahiyê hatibû kontrolkirin, piştî nîvro ji ber bayê dîsa geş bû.

Ji bo vemirandina agir 40 personelên Birêvebirya Daristanan a Amedê,  5 wesayîtên agirkujiyê û helîkoptereke cendirmeyan xebitî.

Her wiha hinek şaredarî jî bi wesayîtên û îtfaiyeyan alîkarî da.

Bi midaxeleya tîman rê li ber belavbûna agir a ber bi cihên niştecihbûnê ve hat girtin.

Xebatên ji bo kontrolkirina agir didomin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst