Hewlêr (Rûdaw) – Li ser rêya Kerkûk-Hewîce di bûyereke trafîkê de, ji polîsên federalî ku ji bo dengdana di hilbijartinên pêşwext ên parlamentoya Iraqê de di rê de bûn, 29 kes bûne qurbanî.
Merwan Anî, Berpirsê Fermangeh Gihandin û Ragihandina Kerkûkê ji Rûdawê re ragihand, “Îro li ser rêya serekî ya navbera Kerkûk-Hewîce, bûyereke trafîkê di navbera otomobîleke serbazî û mînîbusekê de çê bû û di encamê de 29 birîndar û mirî hene.”
Merwan Anî diyar kir, “Kesên di bûyerê de canê xwe ji dest dane yan birîndar bûne, polîsên Lîwaya 8 a Firqeya 5 in û di dema vegera ji binkeyên dengdanê bo baregeha lîwayê tûşî vê bûyerê bûne.”
Anî got, “Di nava qurbaniyan de efser jî hene û heya niha hejmarek ji polîsan canê xwe ji dest dane ku hêj hejmara wan nayê zanîn, û niha hêzên ewlekariyê ji bo lêkolînê çûne cihê bûyerê.”
Îro 8ê Cotmeha 2021, li Herêma Kurdistanê û Iraqê proseya dengdana taybet ji bo hilbijartinên pêşwext ên parlamentoya Iraqê birêve diçe.
Li Tevaya Iraqê milyonek û 75 hezar û 727 kes ji hêzên ewlekariyê mafên wan yê dengdanê heye. Herweha di zindanan de jî, 671 mafê wan yê dengdanê heye. Ew koçberên ku di wezareta koç û koçberan ya Iraqê de hatine tomarkirin û mafê wan yê dengdanê heye li 17 parêzgehan deng didin û hejmara wan 120 hezar û 126 kes in û piraniya wan li Herêma Kurdistanê ne.
Ji wê hejmarê, ji hêzên taybet zêdeyî 331 hezar û 600 dengder li Herêma Kurdistanê dikarin beşdariyê di dengdana taybet de bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse