MERI - Paşeroja Sûriyeyê hat gotûbêjkirin

08-10-2025
RÛDAW
Nîşan MERI Forum Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di panela bi sernavê "Welatên Şamê Piştî Pevçûnê: Stratejiyên Jinûveavakirin û Yekbûnê" ya Foruma MERIyê de paşeroja Sûriyeyê hat gotûbêjkirin.

Di panelê de çar pisporên ji warên cuda amade bûn û krîz û derfetên li herêmê nirxandin.

"Pêşniyara avakirina bloka aborî"

Nûnerê Foruma Ramana Erebî ya li Urdinê Seîd Beha bal kişand ser bandorên neyînî yên krîzên herêmî û cîhanî û şerên bazirganiyê yên li ser aboriya welatên Rojhilata Navîn.

Seîd Beha diyar kir ku li Urdinê tevî ku welatekî bi îstiqrar e jî hêdîbûna pêşketina aborî, zêdebûna rêjeya bêkariyê û zêdebûna deynê giştî bûye pirsgirêkeke cidî.

Wî her wiha tekez kir ku Sûriye ji ber midaxeleya welatên din rastî zehmetiyên mezin hatiye, li Îraqê hîn komên çekdar hene û li Libnanê jî sîstema siyasî "felc bûye".

Beha anî ziman ku divê aboriya welatên wekî Îraq, Sûriye, Urdin, Filistî û Libnanê baştir were birêvebirin û got:

"Ji bo vê armancê, divê blokeke aborî ya mîna avakirina Yekîtiya Ewropayê ya piştî Şerê Cîhanê yê Duyem were damezrandin."

Li gorî Beha, ev blok dikare welatên wekî Sûriye û Îraqê jî li xwe bigire û bazareke hevbeş a berfireh ava bike, bi vî awayî gelên herêmê dikarin sûdê ji aştî û îstiqrarê wergirin.

"Divê îstiqrara navxweyî bibe bingeha jinûveavakirinê"

Serokê Navenda Lêkolînan a Libnanê Mekrem Uweys behsa krîzên navxweyî yên ku ji sala 2019an ve li Libnanê bandoreke cidî li welêt hiştiye kir û bal kişand li ser pirsgirêkên li ser sînorê Sûriye-Libnanê.

Mekrem Uweys diyar kir ku Libnan bi awayekî sîstematîk ber bi paş ve diçe, beşek ji vê yekê ji ber kêmasiya lihevkirina navxweyî û beşek jî ji ber "ji nû ve zêdebûna midaxeleyên derve" ye.

Uweys got ku piraniya welatên herêmê yan rasterast di nav pevçûnê de ne yan jî gelekî nêzîkî wê ne û ev yek "rê li ber herikîna sermayeyê, vegera welatiyan û pêşketina navxweyî digire."

Uweys ji bo paşeroja herêmê sê pêşniyarên bingehîn pêşkêş kirin:

"Tîmek di navbera hikûmetan de were avakirin û rasterast bi pirsgirêkên herêmî yên heyî re mijûl bibe.

Diyalog di navbera welat û herêman de were xurtkirin.

Bi rêya bernameyên guhertina xwendekaran têkiliyên çandî werin zêdekirin."

"Divê Sûriye bibe faktora îstiqrarê"

Nûnerê Platforma Diyaloga Sûriyeyê Şêrwan Yûsif bal kişand ser rewşa nediyariya ku piştî rûxandina rejîma Beşar Esed li welêt berdewam dike.

Yûsif anî ziman ku aktorên nû yên herêmî yên ku piştî rûxandina Esed derketine holê derfetên ji bo guherîn û diyalogê pêşkêş dikin lê zihniyeta ewlekariyê ya rejîmê hîn jî di bingeha gelek pirsgirêkan de cih digire.

Yûsif da zanîn ku mijarên têkildarî Kurd, Elewî, Durziyan û pêkhateyên din ên li Sûriyeyê hîn jî "bi aqilê ewlehiyê yê rejîmê" tên nirxandin û got ku divê welat bi modelekî birêvebiriyê yê beşdar û berfireh ji nû ve were avakirin.

Yûsif diyar kir ku ji nû ve eleqedarbûna civaka navneteweyî ya bi Sûriyeyê re ji bo vê guherînê derfetek e û tekez kir ku biryara 2254an a Neteweyên Yekbûyî û peymana 10ê Adarê bingeheke baş ava dikin.

Wî her wiha got ku berî derbasbûna projeyan û bernameyên bipêşketinê, divê di navbera welat û civakan de jîngeheke diyalog û têgihiştinê ya rast were avakirin.

"Sûriye dikare bibe navend û xeleka yekbûnê"

Birêvebirê Navenda Omranê Emmar Qehf rûxandina rejîma Beşar Esed wekî "guhertineke kûr û cidî" bi nav kir û got ku vê yekê ji bo Sûriyeyê derfeteke nû afirandiye.

Emmar Qehf diyar kir ku divê Sûriye ne gef be, belkî bibe navenda îstiqrarê û xeleka yekbûnê ji bo Îraq, Libnan, Urdin, Tirkiye û bi giştî Rojhilata Navîn.

Rêveberê Navenda Omranê destnîşan kir ku kêmbûna bandora komên çekdar ên nêzîkî Îranê di derketina vê derfetê de roleke girîng lîstiye û anî ziman ku Sûriye dikare bi avakirina pêwendiyên saxlem bi welatên wekî Rûsya, Amerîka û Ewropayê re, ji bo ji nû ve avakirina îstiqrara herêmî rola pirekê bilîze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst