Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komela Dadgeriya Kurdistanê (Komel) Elî Bapîr rexne li şêwaza birêvebiriya Herêma Kurdistanê girt û got, “Li Herêma Kurdistanê birêvebirî ne standart e û partî ji hikûmetê mezintir in mixalefet jî nebûye alternatîfa desthilatê.”
Li Hewlêrê, Foruma Salane ya Enstîtuya Rojhilata Navîn a ji bo Lêkolînan (MERI) îro roja duyemîn e tê lidarxistin ku Tora Medyayî ya Rûdawê sponsoriya wê dike.
Bi dehan serok, dîplomat, akademîsyen û biryarderên payebilind ên ji Herêma Kurdistanê, Îraq û cîhanê beşdarî forumê dibin.
Serokê Komela Dadgeriya Kurdistanê Elî Bapîr jî beşdarî panela bi sernavê "Zehmetiya Bûna Mixalefetê li Herêma Kurdistanê" bû û pirs bersivandin.
"Mixalefet bi bandor bû lê nebû alternatîf"
Elî Bapîr tekez kir ku hebûna nêrînên cuda û rexneyî di her civakê de nîşana zindîbûna wê civakê ye.
Wî derbarê rola mixalefetê ya li Herêma Kurdistanê jî got, "Mixalefet bi bandor bû lê nebû alternatîfa desthilatê.
Kêmasiyên mixalefetê hene. Yek ji kêmasiyên wê belawela ye. Sedema vê yekê jî ew e ku hinek muxalif xwedî nêrînên xwe nînin."
Wî îdia kir ku hinek partiyên mixalif "bi awayekî sûnî hatine avakirin" û "wekî babirkan tên firandin û dema karê wan xilas dibe tên daxistin."
Bapîr rexneyên xwe yên li ser mixalefetê domand û anî ziman ku hinek mixalif "girtî" ne, hinekên din jî ji aliyê partiyên desthilatdar ve "hewl tê dayîn ku werin kedîkirin û kesayeta wan tê kirîn."
Bandorên herêmî û bihêzbûna partiyên desthilatdar
Elî Bapîr anî ziman ku bihêzbûna partiyên desthilatdar ji ber hinek bandorên herêmî ye û Tirkiye û Îran wekî mînak nîşan da û îdia kir ku ev welat "piştgiriyê didin partiyên ku cîranên sînorên wan in, ji ber ku berjewendiyên wan ên aborî û ewlehiyê bi wan re hene."
Boykota parlamentoyê û hilbijartinên Îraqê
Komela Dadgeriya Kurdistanê di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê yên sala borî de tenê sê kursî bi dest xistibû lê parlamento boykot kir û nehişt parlamenterên wê sond bixwin.
Bapîr biryara boykotê wiha rave kir:
"Du caran me xwe vekişand. Carekê ji parlamentoyê, ji ber ku delîlên me hebûn ku hilbijartinên borî hatibûn dîzaynkirin.
Sê kursî dabûn me lê em bawer bûn ku em dê di navbera heşt û deh kursiyan de bi dest bixin."
Her wiha diyar kir ku ew berê ji kabîneyê jî vekişiyane û got ku ev yek wekî "bersivek ji bo gel" di demekê de ku gel protesto dikir û mûçe nedihatin dayîn, pêk hatiye.
Bapîr boykot parast û got, "Em wisa difikirin ku dema hûn nikarin tiştekî bikin, ne rast e ku hûn di parlamentoyê de bimînin. Pîvan ew e ku parlamento û sazî çi qasî xizmeta gel dikin."
Dema kampanyaya ji bo hilbijartinên parlamentoya Îraqê dest pê kiriye û biryar e hilbijartin di 11ê Çiriya Paşîn a 2025an de werin kirin lê Elî Bapîr gumanên xwe yên li ser lidarxistina hilbijartinan anî ziman.
Elî Bapîr got, "Cureyekî dudilî û gumana min heye ku dê hilbijartinên Îraqê werin kirin, ji ber ku ez wisa difikirim ku dê hinek bûyer rê li ber hilbijartinan bigirin û nehêlin werin kirin" û lê zêde kir ku ew dê di parlamentoyeke ku nehatibe dîzaynkirin de cih bigirin.
Di van hilbijartinan de di navbera hêzên Kurdan de ti tifaq nehatiye avakirin, lê hêzên Ereban bi tifaqên mezin beşdar dibin.
Bapîr li ser vê mijarê got, "Me gelek caran hewl da ku aliyên Kurdan bînin cem hev, bi taybetî ji bo herêmên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê. Lê em bi ser neketin û aliyekî red kir."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse