Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser têkoşîna li dijî DAIŞê raporek weşand û ragihand ku metirsiya rêxistinê hîn bi dawî nebûye û ew dê têkoşîna xwe bidomînin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku ji destpêka krîza Sûriyeyê ya sala 2011an û vir ve "DAIŞê ji valahiya ewlehiyê sûd wergirtiye û bûye gefeke mezin li ser gelên herêmê û cîhanê."
Têkbirina "Xîlafeta" DAIŞê
HSDyê diyar kir ku bi beşdariyeke bibandor a Hevpeymaniya Navneteweyî, wan yek ji şerên herî dijwar ên serdemê li dijî terorê meşandiye û wiha pê de çû:
“Ji şerê Kobaniyê yê ku bû xala werçerxê, heta rizgarkirina Reqayê ya paytexta xîlafeta wan a sexte û şerê Baxozê yê ku keleha dawî ya terorê bû, şervanên me îradeyeke xurt û şiyaneke mezin a operasyonî nîşan dan.
Bi vê yekê, struktura rêxistinê hat têkbirin û dewleta wê ya sexte ji holê hat rakirin.”
Hat ragihandin ku tevî derbên giran jî DAIŞ hîn jî hewl dide xwe ji nû ve birêxistin bike û ji rewşa aloz a li gelek herêmên Sûriyeyê sûdê werbigire.
Lê operasyonên hêzên HSDyê bi hevahengiya Hevpeymaniya Navneteweyî rê li ber vegera wê girtine.
Nîşaneyên çalakiya rêxistinê
Li gorî raporê, piştî rûxandina desthilata Beasê ya 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an heta 20ê Îlona îsal, şaneyên DAIŞê 153 êriş li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîne.
Ev yek nîşan dide ku rêxistin hewl dide çalakiyên xwe zêde bike.
Piştî şerê Baxozê yê sala 2019an, şêwaza DAIŞê ji "rêxistina dewletê" guherî û bû şaneyên veşartî û komên şerê partîzanî.
Di encamê de êrişên herêmî, kuştin û leşkerkirina veşartî zêde bûn.
Piştî kêmbûna êrişan di navbera salên 2020-2024an de, di sala 2025an de nîşaneyên êrişên terorî careke din zêde bûn.
Encamên operasyonên li dijî DAIŞê
Di raporê de li ser encamên operasyonan ev agahî hatin parvekirin:
“Di 10 mehên dawî de, bi hevahengiya domdar a bi Hevpeymaniya Navneteweyî re, hêzên me gelek operasyonên meydanî û pêşwext pêk anîn.
Di encamê de şane hatin têkbirin, bi dehan gumanbar hatin girtin û gelek planên êrişan hatin pûçkirin.
Di van operasyonan de 95 terorîst hatin girtin ku 3 ji wan serkirde bûn. Her wiha 6 terorîst hatin kuştin ku 2 ji wan serkirde bûn û dest li ser gelek çek, cebilxane û belgeyên fermî hat danîn.
Di êrişên terorîst ên DAIŞê de 30 şervanên me şehîd ketin, 12 şervan birîndar bûn û 6 sivîlan jî canê xwe ji dest da."
Li gorî daxuyaniyê, hêzên HSDyê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navneteweyî 70 operasyon pêk anîne, ku 3 ji wan "operasyonên berfireh ên paqijkirinê" bûn.
Têkoşîn dê bidome
Fermandariya Giştî ya HSDyê tekezî li ser van xalan kir:
Berdewamiya şerê li dijî DAIŞê: Metirsiya rêxistinê bi dawî nebûye û hîn jî gefeke cidî ye li ser asta herêmî û navneteweyî.
Girîngiya hevbeşiya navneteweyî: Hevkariya bi Hevpeymaniya Navneteweyî re ji bo rêgirtina li vegera DAIŞê girîng e û em daxwaza zêdetir piştevaniya operasyonî û lojîstîk dikin.
Aramî û avakirin: Têkoşîna li dijî terorê tenê bi projeyên geşepêdan û xizmetguzariyê temam dibe ku hêviyê li gelên herêmên rizgarkirî vegerîne û rê li ber ramana tundrew bigire. Ev yek bêyî piştgiriyeke navneteweyî ya domdar û demdirêj pêk nayê.
Di dawiya raporê de hat gotin, “Em silav û rêzên xwe pêşkêşî giyanê şehîdên xwe dikin ku bi xwîna xwe axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina azadî û rûmeta mirovahiyê av dan.
Em soza xwe nû dikin ku em ê şerê xwe yê li dijî terorê bidomînin heta ku bi tevahî ji holê bê rakirin û paşerojeke ewle û aram misoger bibe.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse