Ji bo çûn û hatina li Deriyê Hacî Omeranê rêziknameyeke nû

08-11-2025
RÛDAW
Nîşan Deriyê Sînorî yê Hacî Omaranê Çûn û Hatin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi biryara Qaymeqamiya Pîranşarê, çûn û hatina xelkê li Deriyê Sînorî yê Hacî Omeranê bi nobetê hat kirin û heftane çar roj ji bo çûn û hatina xwediyên kartên sînorî hatin veqetandin da ku kelûpelan hawirde bikin.

Birêvebiriya Pêwendiyên Giştî ya Qaymeqamiya Pîranşarê ragihand ku ji îro pê ve, ji bo çareserkirina pirsgirêka qerebalixiya zêde ya li Deriyê Sînorî yê Hacî Omeranê û her wiha ji ber birêveçûna hilbijartinên parlamentoyê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê, dê 10 rojan ji bo çûn û hatina xelkê tedbîrên taybet werin standin.

Li gorî biryarê, ji bo ku qerebalixiya li Deriyê Sînorî yê Hacî Omeranê kêm bibe, rojên şemî, duşem, çarşem û înê ji bo çûn û hatina kesên ku xwedî kartên sînorî ne hatine veqetandin û rojên yekşem, sêşem û pêncşemê jî ji bo geştyarên asayî ne.

Di du mehên borî de ji ber ku destûr hat dayîn bi kartên sînorî kelûpel ji Başûrê Kurdistanê hawirdeyî Rojhilatê Kurdistanê bên kirin, li Deriyê Hacî Omeranê qerebalixiyeke zêde çêbûye û geştyar ji bo ku ji derî derbas bibin, bi demjimêran disekinin.

Birêvebiriya Pêwendiyên Giştî ya Qaymeqamiya Pîranşarê ragihand ku piştî bidawîhatina van 10 rojan, ew dê bi hevahengiya li gel Rêveberiya Kompleksa Hacî Omeranê biryarên pêwîst bidin ji bo birêkûpêkkirina çûn û hatina geştyaran û xwediyên kartên sînorî da ku li derî qerebalixî çênebe.

Hikûmeta Îranê li şûna kartên kolberiyê, kartên sînorî daye beşek ji niştecihên deverên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê.

Destûr hatiye dayîn ku xwediyên van kartan mehane hejmareke diyarkirî kelûpelên destûrdayî ji Başûrê Kurdistanê hawirde bikin û gumrikeke kêm ji wan tê standin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst