Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê bi ser çend navnîşanan de girtin û Endama Encûmena Dayikên Aşitiyê Nebahat Îşçî û Endamê Komaleya MEBYA-DERê Huseyîn Înedî hatin desteserkirin.
Li gor zanyariyên di medyaya Tirkiyê de belavbûne hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li taxên, Konak û Nur ên Cizîrê di çarçoveya operasyonekê de bi ser çend malan de girtin.
Li gor agahiyan di operasyonê de Endama Encûmena Dayikên Aşitiyê Nebahat Îşçî û Endamê Komaleya Hevgirtin û Alîkariya Malbatên Kesûkarên Xwe Di Dergûşa Şaristaniyê De Ji Dest Dane (MEBYA-DER) Huseyîn Înedî hatin desteserkirin.
Hat ragihandin ku sedema desteserkirina wan herdu kesan nayê zanîn û bo Navenda Ewlekariyê ya Cizîrê hatine birin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse