Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ê Şamê Ebdulwehab Xelîl diyar kir ku pirsgirêka neteweyekê bi tank û topan çareser nabe.
Nûnerê MSDyê bû mêvanê Rûdawê û behsa êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê ya li taxên Kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê kir.
Xelîl ragihand ku ew êrişên li ser taxên Kurdan ên Helebê tên kirin, hewldanek in ji bo "guhertina demografîk."
Ebdulwehab Xelîl diyar kir ku hikûmeta Sûriyeyê dixwaze bi rêya leşkerî pirsgirêkan yekalî bike û bal kişand ser destê hêzên derve, bi taybetî jî yê Tirkiyeyê.
Siyasetmedar Xelîl li ser rewşa taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê got, "Piştî her dan û standineke di navbera HSD û hikûmeta Şamê de, yekser êriş dest pê dikin.
Diyar e hikûmet dixwaze çareseriyeke leşkerî peyda bike lê pirsgirêka neteweyekê bi tank û topan bi dawî nabe."
"Ajandaya Tirkiyeyê û guhertina demografîk"
Xelîl li ser sedema gurtirbûna êrişan amaje bi "ajandaya Tirkiyeyê" ya li herêmê kir û wiha pê de çû:
"Armanca van êrişan çêkirina guhertineke demografîk e li dijî gelê Kurd ku xelkê resen ê bajêr in.
Dixwazin bi zorê xelkê derbeder bikin."
Ebdulwehab Xelîl, her wiha eşkere kir ku Tirkiyeyê amadehiya xwe nîşan daye ku piştgiriya artêşa Sûriyeyê bike eger êrişî herêmên Rêveberiya Xweser bikin û rewşa Helebê jî wekî "kartekî zextê" di destê Enqereyê de ye.
Hilweşandina rêkeftinan
Nûnerê MSDyê diyar kir ku ev êriş tê wateya hilweşandina "Rêkeftina 1ê Nîsanê" û "Peymana 10ê Adarê."
Ebdulwehab Xelîl di berdewamiyê jî de got, "Rojane êriş tên kirin. Ev ne cara ewil e, piştî peymanan pênc-şeş caran êrişî van taxan hatiye kirin.
Me dixwest mekanîzmaya tevlîkirina hêzan bibe ezmûneke baş ji bo hemû Sûriyeyeyê lê ev êriş pêvajoyê xera dikin."
Rewşa li qadê: 20 kuştî û bombebarankirina nexweşxaneyê
Dema ku nûnerê MSDyê van daxuyaniyan dide, sê roj in şerekî giran di navbera artêşa Sûriyeyê û hêzên Asayîşê de didome. Amar bi vî rengî ne:
Qurbaniyên canî: Bijîşk Ebdulqadir Hisko ji Nexweşxaneya Xalid Fecir ji Rûdawê re ragihand ku heta niha 20 kesan canê xwe ji dest daye û 75 kes jî birîndar in.
Koçberî: Komîteya Bersivdayînê ya Helebê ragihand ku nêzîkî 142 hezar kes koçber bûne.
Bombebarankirina nexweşxaneyê: Nexweşxaneya Xalid Fecir bi çekên giran û RPGyê bû hedef û karmendekî canê xwe ji dest da.
Ebdulwehab Xelîl behsa rewşa giran a xelkê kir û got, "Xelkê me di vê zivistanê de li ser kolanan in û rûbirûyî derkirina bi zorê bûne. Rejîma Beasê ji sala 2011an ve ev tax dorpêç kiribûn."
Peyama ji bo civaka navneteweyî
Nûnerê MSDyê eşkere kir ku wan wekî "erkekî exlaqî û siyasî" name ji aliyên hikûmetê û yên navneteweyî re şandine da ku şer raweste.
Ebdulwehab Xelîl di berdewamiyê jî de got, "Bersiv ev in ku kes naxwaze şer bidome çimkî her kes pê bawer e ku eger şerê li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê berfireh bibe, dê hemû Sûriyeyê bigire nav xwe û welat ber bi hilweşînê ve bibe."
Helwesta navneteweyî
Li aliyê din, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack ragihand ku hefteya pêşeroj alî gelekî nêzîkî bicihkirina Peymana 10ê Adarê bûn lê aloziyan her tişt xera kir.
Barrack daxwaza "rawestandina yekser" a şer kir. Her wiha parlamenterekî Swêdê nameyek ji bo Wezareta Karên Derve ya welatê xwe şand û Neteweyên Yekbûyî jî diyar kir ku ji bo aramkirina rewşê di nav pêwendiyê de ne.
Senaryoya paşerojê
Dema ku Parêzgarê Helebê gefa bidawîkirina "serdema tarî" dike û daxwaza danîna çekan ji hêzên Kurdî dike, Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî hişyarî dide ku ev "zemînsaziya ji bo guhertineke demografîk a metirsîdar e."
Ebdulwehab Xelîl teqez kir ku ew dê tevî her tiştî li Şamê bimînin û ji bo çareseriya siyasî bixebitin û got,"Alaya Sûriyeyê aîdî hemû gel e, ne ya rejîmekê ye.
Em dixwazin çareseriyeke siyasî ya seranserî ji bo Sûriyeyê peyda bikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse