MSD: Em dixwazin herêmên Kurdan xwedî îdareyeke taybet bin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Hevserokê Ofîsa Pêwendiyên Giştî ya MSDyê Hesen Mihemed Elî bû mêvanê Rûdawê / Wêne: Rûdaw
Hevserokê Ofîsa Pêwendiyên Giştî ya MSDyê Hesen Mihemed Elî bû mêvanê Rûdawê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Hesen Mihemed Elî MSD HSD Rêveberiya Xweser Sûriye Peyman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Ofîsa Pêwendiyên Giştî ya MSDyê Hesen Mihemed Elî diyar kir ku guftûgoyên şandeya Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ber bi lihevkirinê ve diçin.

Hesen Mihemed li ser peymana di navber HSD û Şamê de jî got, "Bi baweriya min dê di rojên pêş de daxuyaniyeke fermî derbarê wê mijarê de were belavkirin."

Hevserokê Ofîsa Pêwendiyên Giştî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî beşdarî bultan Rûdawê bû derbarê dan û standinên HSD û Şamê, rewşa Rojavayê Kurdistanê û bipêşketinên dawî pirsên Şehyan Tehsînê bersivandin.

Hesen Mihemed Elî derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de ragihand, Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dixwazin pirsgirêkan bi rêya dan û standin û diyalogê çareser bikin.

"Mijara birêvebirina herêman"

Hesen Mihemed amaje bi dan û standinên navbera Rêveberiya Xweser û Şamê yên taybet bi birêvebirina Rojavayê Kurdistanê kir û got:

"Niha derbarê wan herêmên ku wekî xeta sor berxwedan tê de heye, nîqaş li ser awayê birêvebirina wan tê kirin, bi awayekî ku ew saziyên wan herêman li cihê xwe bimînin."

Li gorî gotina Hevserokê Ofîsa Pêwendiyên Giştî ya MSDyê, li ser hinek dosyeyan lihevkirin hatiye kirin û ragihand:

"Pêwîst e Kurd li wan herêman ewlehiya xwe biparêzin û bi rêya saziyên xwe herêmê bi rê ve bibin, lê bi fermî ew yek nehatiye ragihandin."

Wekî Hesen Mihemed dibêje, li ser wê yekê kar tê kirin ku HSD li herêmên Kurdan xwedî pêgeh be, "Lê heta destûra Sûriyeyê neyê nivîsandin, garantiyek nîne ku ew yek were bicihanîn."

Hesen Mihemed her wiha da zanîn ki guftûgo di navbera Şam û HSDyê de berdewam dikin û got:

"Bi baweriya min dê di rojên pêş de derbarê wê mijarê daxuyaniyeke fermî were belavkirin."

Civîna şandeyan

Hesen Mihemed li ser dema ragihandina peymana navbera HSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê got:

"Civînek di navbera şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şamê de maye ku cara pêşîn birêz Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmedê çûbûn.

Demek hatiye diyarkirin ku hinek mijarên din jî bixin nav guftûgoyan, ji ber ku li herêmên me gelek dosye hene û çareserkirina wan hêsan nîne.

Bi baweriya min piraniya nîqaşan ber bi lihevkirinê ve diçin."

Hesen Mihemed derbarê xeta sor a şandeya Rêveberiya Xweser a di dema danûstandinan de got:

"Pêwîst e herêmên Kurdan îdareyeke taybet bi xwe hebe ku Cizîr, Kobanî, Efrîn û Serê Kaniyê jî li xwe digire.

Nabe artêş biçe wan navçeyan, belkî divê ew bixwe ewlehiya xwe bi rê ve bibin

 Tenê mekanîzmeya navbera wan (HSD) û Şamê dimîne ku çawa li hev bikin."

Êrişa Artêşa Ereban a Sûriyeyê ya li taxên Kurdan ên Helebê ji 6ê vê mehê ve dest pê kir û piştre tevahiya herêmên di bin desthilata Rêveberiya Xweser de li xwe girt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst