MSDyê li ser peymana HSD û hikûmeta Şamê daxuyanî da

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan MSD Peyman HSD Hikûmeta Sûriyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - MSDyê ragihand ku peymana dawî ya di navbera Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ji bo bidawîanîna aloziyan û rêlibergirtina li ber kaoseke mezintir gavek e.

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) îro derbarê peymana di navbera HSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

"Gavek ji bo bidawîanîna aloziyan"

MSDyê di daxuyaniya xwe de peyman wekî beşek ji pêvajoyeke aloz pênase kir û got:

"Ev peyman gavek e ji bo bidawîanîna zêdebûna şer, rêlibergirtina li ber kaoseke mezintir û amadekirina zemînê ji bo qonaxeke nû ya siyasî.

Ev qonax, çareseriya bingehîn a sedemên şer ferz dike, ne tenê birêvebirina encamên wê."

MSD tekez kir ku pîvana sereke ya her cure lihevkirinên siyasî û ewlehiyê, parastina sivîlan, garantîkirina mafên sivîl û siyasî, vegera ewle ya koçberan û parastina aştiya navxweyî ye.

"Em li dijî vegera bizorê ne"

MSD diyar kir ku ew piştgiriyê didin diyalog û çareseriya aştiyane û armanca wan a sereke rêlibergirtina li ber vegera bi zorê ye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew bikaranîna tundiyê û rûbirûbûna leşkerî red dikin û wiha hat gotin:

"Tiştên ku li peravên Sûriyeyê, Siwêdayê û piştre li bakurrojhilatê Sûriyeyê qewimîn, ango zêdebûna şer û li pey wê peymanên demkî, nîşaneya revîna ji berpirsyariya sereke ya serxistina qonaxa veguhêz e."

"Divê şirîkatiya Ereb û Kurdan bê xurtkirin"

Meclisa Sûriyeya Demokratîk destnîşan kir ku di vê qonaxê de pêdivî bi ji nû ve avakirina baweriyê di navbera pêkhateyan de heye.

MSD li ser vê mijarê wiha got:

"Pêwîst e em rê li ber fitneyê bigirin û şirîkatiya Ereb û Kurdan xurt bikin. Divê hêzên sivîl û siyasî rola xwe wekî garantorê rasteqîn ê yekîtiya welêt bilîzin."

MSD her wiha tekezî li ser parastina têkiliyên xwe yên niştimanî û navneteweyî, têkoşîna li dijî terorê û parastina maf û azadiyan kir.

"Qonaxeke dîrokî ye"

MSD di dawiya daxuyaniyê de ragihand ku ew dê li gorî bernameya xwe ya siyasî ya niştimanî xebatên xwe bidomînin û got:

"Tiştên ku îro li Sûriyeyê diqewimin ne dawiya rê ye, belkî kêliya veguhertinê ye ku ferz dike hemû hêzên demokratîk rolên xwe ji nû ve organîze bikin û berevaniyê li daxwazên azadî, rûmet, edalet û demokrasiyê yên Sûriyeyiyan bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst