Cemîl Bayik: Bipêşveçûna pêvajoyê girêdayî gavên pratîk e

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Cemîl Bayik Pêvajoya Çareseriyê Rojavayê Kurdistanê Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Konseya Birêvebir a KCKyê Cemîl Bayik li ser pêvajoya çareseriyê axivî û diyar kir ku bipêşveçûna pêvajoyê girêdayî gavên pratîk e.

Cemîl Bayik li ser pêvajoya çareseriyê û pêşhatên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê helwesta Kurdan a li ser Rojavayê Kurdistanê ji ANFyê re axivî.

Hevserokê Konseya Birêvebir a KCKyê diyar kir ku çarçoveya pêvajoyê di banga 27ê Sibatê ya Abdullah Ocalan de bi awayekî xwerû û zelal hatiye danîn.

Bayik di berdewamiyê jî de got, “Li Tirkiyeyê her tim gotin dikarin bên gotin lê ji bo me pratîk esas e.

Azadiya Rêber Apo û gihîştina wî ya rewşa xebata serbest girîng e. Kengî em vê bibînin, em dê fêhm bikin ku mafê hêviyê hatiye bicihanîn.

Heta ku Rêber Apo negihîje rewşa xebata azad û cihekî ku karibe rola xwe bilîze jê re neyê dabînkirin, zehmet e ku pêvajo were bipêşxistin.”

Cemîl Bayik her wiha teqez kir ku astengiyên li pêşiya pêvajoyê tenê bi dînamîkên navxweyî yên Tirkiyeyê sînordar nînin û got, “Kesên ku li Tirkiyeyê çareseriya Pirsgirêka Kurdan naxwazin ne tenê li hundir in.”

“Kurdan dengê xwe bilind kir”

Hevserokê Konseya Birêvebir a KCKyê di berdewamiyê de behsa xwenîşandanên ji bo Rojavayê Kurdistanê jî kir û wiha pê de çû:

Êrişên li ser Rojavayê bûn sedem ku di nav gelê Kurd de helwesteke yekîtiya neteweyî ya ku bi rabirdûyê re nayê qiyas kirin bi pêş bikeve.

Gelê Kurd li her qada ku lê ye li gorî banga seferberiyê ya hatibû ragihandin daket qadan, dengê xwe bilind kir û bilindkirina dengê xwe didomîne.

Dîsa partî û rêxistinên Kurdan di vê pêvajoyê de xwedî helwestên diyar û erênî bûn.

Çalakiyên xwedîderketina li Rojavayê Kurdistanê li 4 parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt gelekî girseyî pêk hatin.

Ev di heman demê de nîşan dide ku daxwaza azadiyê ya gelê Kurd bilind bûye.”

Bayik: Helwesta neteweyî bi pêş ketiye

Cemîl Bayik amaje bi çalakiyên li 4 parçeyên Kurdistanê yên ji bo Rojavayê Kurdistanê jî kir û got:

“Têkoşîna me ya li 4 parçeyên Kurdistanê ev sînor rakirin, hest kirin yek. Raman û paradîgmaya Rêber Apo li 4 parçeyên Kurdistanê jî wekî rêxistin û têkoşîn pratîze bû.

Bandorkirina 4 parçeyên Kurdistanê di vê astê de, di encamên ku îro derketine holê de roleke girîng lîstiye.

Çalakiyên xwedîderketina li Rojavayê Kurdistanê berhema têkoşîna ku bi dehan sal in didome ye. Ne bertekeke kêlîkî ye.

Ji vî alî ve, dabînkirina yekîtiya gelê Kurd a li qada civakî nîşan da ku gelê me gihîştiye hêz û potansiyeleke têkoşînê ya mezin.

Vê rastiyê hêviya gelê me ya ji bo paşerojê gelekî bilind kiriye; baweriya ku dê teqez bi ser bikeve xurt kiriye.

Vê helwesta gel bandor li hemû hêzên siyasî yên Kurd jî kir. Di pêşketina çalakiyên xwedîderketina li Rojavayê de roleke erênî lîstin.

Em bawer dikin ku êdî ji bo hemû hêzên siyasî pêwîstiya nîşandana helwesteke siyasî ya li gorî îradeya gelê me derketiye holê.

Pêdiviya yekîtiya neteweyî ya demokratîk dê bi awayekî xurttir xwe nîşan bide.

Ji bilî partiyên siyasî yên Kurd, lîstina rola rêxistinên civaka demokratîk jî wekî beşek ji vê yekîtiya neteweyî ya demokratîk di afirandina yekîtiyeke neteweyî ya xurt de bûye berpirsyariyeke dîrokî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst