Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerên Hevpeymaniya Rizgarkirina Niştiman ku ji hevpeymaniya sê alî ya di navbera PDK, Tevgera Sedir û du aliyên sereke yên Sunnî pêk tê, îro li Hewlêr dicivin. Parlamenterê PDKê yê Şingalê Mehma Xelîl jî dibêje, civîn ji bo piştevanîkirina destpêşxeriya Muqteda Sedir e.
Bi serperiştiya serok Barzanî, civîna sê alî ya Tevgera Sedir û Hevpeymaniya Serwerî ya Sunne û PDK li Hewlêrê birêve diçe.
Ji aliyê Sunneyan ve Serokê Hevpeymaniya Serwerî Xemîs Xencer û Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, herwiha ji Tevgera Sedir jî Serokê Desteya Siyasî ya Tevgerê Dr. Nesar Rubeyhî û Serokê Fraksyona Sedir Mihemed Ezarî di civînê de beşdar in.
Endamê Parlamentoya Iraqê yê ji Fraksyona PDKê Mehma Xelîl ji Rûdawê re ragihand, “îro nûnerên Hevpeymaniya Rizgarkirina Niştiman li Hewlêra paytext dicivin û civîn ji bo bidawîanîn bi rewşa siyasî ya niha ya li Iraqê û dengdana li ser hin projeyasayan e ku girîngin, û piştevanîkirina li destpêşxeriya Muqteda Sedir ji bo pêkanîna hikûmeta nû ji aliyê serbixweyan ve ye.”
Roja 31 Adarê, Muqteda Sedir di twîtekê de 40 rojan dem dabû Çarçoveya Hevahengiyê ji bo pêkanîna hikûmeta nû bê beşdariya Tevgera Sedir, piştre Sunne û PDKê jî pabendbûna xwe bi hevbeşiya li gel Fraksyona Sedir tekez kirin.
Beriya pênc rojan di 4ê Gulana 2022an de Çarçoveya Hevahengiyê destpêşxeriyeke 18 salî ji bo çareserkirina rewşa niha ya Iraqê aşkere kir.
Sedir di wê pêşniyara xwe de daxwaz kir ku hemû alî gotûbêjan dest pê bikin û beşdariya aliyan di hikûmetê de dilxwaz be, pêwîst e partiyên Kurdistanî hewl bidin û têgihîştin û rêkeftina wan hebe ji bo destnîşankirina berbijêrekî bo posta serokkomr. Posta serokwezîr li cem mezintirîn pêkhate dibe ku, ku mebest pêkhateya Şîe ye.
Heman rojî jî Muqteda Sedir, Rêberê Tevgera Sedir pêşniyarek pêşkêşî parlamenterên serbixwe kir daku di nava 15 rojan de hikûmeta nû ya Iraqê pêk bînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse