Dêrezor: 254 kes ji Kampa Holê hatin veguhastin

09-05-2024
RÛDAW
Dêrezor: 254 kes ji Kampa Holê hatin veguhastin
Dêrezor: 254 kes ji Kampa Holê hatin veguhastin
Nîşan Kampa Holê Dêrezor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser piştî danûstandina bi serokên eşîrên Dêrezorê re 69 malbatên DAIŞê yên li Kampa Holê berdan.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ji bo malbatên ku ji Kampa Holê hatine derxistin tedbîrên nû werdigire.

Li gorî zanyariyan, bi lihevkirineke di navbera serokeşîrên Dêrezor û HSDyê de 69 malbatên DAIŞê ji Kampa Holê hatin derxistin.

Hejmara endamên wan malbatan 254 kes in, doh beşek ji wan şandin Dêrezorê.

Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser bi hevahengiya Encûmena Cîbicîkar û Desteya Navxwe ya Kantona Dêrezorê, roja çarşemê 254 kes ji Kampa Holê derxistin û veguhastin wê parêzgehê.

Hevserokê Nivîsgeha Karûbarên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed got:

“Piştî biryara ku 10/10/2020an ji aliyê Rêveberiya Xweser ve derket ev 54emîn geşt e. Ew 69 malbat in, hejmara wan 254 e.

Rêveberiya Xweser derxistina wan malbatên Sûriyeyî didomîne.

Ev li gorî mekanîzmayê tê kirin ku ji sala 2020î ve tê şopandin.

Malbatên ku dixwazin derkevin vediguhêzin navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.”

Şêxmûs Ehmed amaje bi wê yekê jî kir ku ev yekemîn veguhastina malbatên DAIŞê ye di vê salê de pêk tê û Hêzên Ewlehiya Navxwe û Desteya Navxwe ji Kampa Holê heta Dêrezorê dê li gel wan malbatan bin.

Şêxmûs Ehmed amaje bi hevahengiya veguhastina malbatên DAIŞê jî kir û wiha got:

“Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di seferên vegerê de, ji Kampa Holê ji bo herêmên Rêveberiya Xweser berdewam dibe.

Helbet ev yekemîn sefer e di sala 2024an de.

Bi serpereştiya Desteya Karûbarên Civakî û Zehmetkêşan û Nivîsgeha Karûbarên Koçberan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi hevahengiya Encûmena Şaristanî ya Dêrezorê û Desteya Karûbarên Civakî û Zehmetkêşan a Dêrezorê ew tên veguhastin.”

Amarên Rêveberiya Kampa Holê diyar dikin ku li Kampa Holê 42 hezar û 781 malbatên DAIŞî dijîn.

Ji wan 19 hezar û 530 kes Îraqî ne, 16 hezar û 779 kes jî Sûriyeyî ne.

Herwiha 6 hezar û 461 kes jî ji welatên din in.

Nasnameyên 11 kesên din heta niha nehatiye tesbîtkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst