Li Rihayê bihayê nan %25 hat zêdekirin

09-06-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, bihayê nanê 170 gram %25 hat zêdekirin û li gor vê zêdekirinê her nanek bû 5 lîre.

Li parêzgeha Rihayê ku ew demek bû li ser bihayê nan nîqaş dihatin kirin û xwediyên firinan ragihandibûn, eger bihayê nan neyê zêdekirin dê firinên xwe bigrin, Odeya Firinên Rihayê bihayê nan û somun zêde kir.

Odeya Firinên Rihayê ragihand, bihayê nanê 170 gramî ku pêştir bi 4 lîreyî bû bi qasî %25 hatiye zêdekirin û niha her nanek li Rihayê bi 5 lîreyan e. Herwiha bihayê somunê 200 gram jî bû 5 lîre û nanê vekirî (lawaş) yê 150 gram jî bû 5 lîre. Somun û nanê lawaş jî pêştir bi 4 lîreyan bûn.

Li Rihayê bihayê nan meha Sibatê jî ji 3 lîre û 50 quruşan bo 4 lîreyan hatibû zêdekirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst