Hewlêr (Rûdaw) - Di du rojên ewil ên cejnê de 150 hezar geştyaran berê xwe daye Wana Bakurê Kurdistanê.
Sûlava Bêgiriyê ya li navçeya Bêgiriyê ya Wanê yek ji navendên serekî yê geştyariyê ye.
Di serî de ji bajarên din ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rojane bi sedan geştyarên ku betlaneya cejnê wekî derfetê dibînin, berê xwe didin Wana ku bedewî û spehîtiyeke wê ya xwezayî heye.
“Dewlemendiyên xwezayî gelek in”
Geştyar Emîne Çavdarê bal kişand ser dewlemendiyên xwezayî yên Wanê û got:
“Min Wan gelekî eciband, dewlemendiyên xwezayî gelek in.
Em doh çûn Girava Axtamarê, gelekî qerebalix bû. Em îro jî li Sûlava Bêgiriyê ne, ji pêşbîniyên min xweştir bû û xwezaya wê gelekî dewlemend e.”
Ji Amerîkayê jî komeke 22 kesî di Cejna Qurbanê de berê xwe daye Wanê.
“Li vê derê hewayeke gelekî paqij heye”
Ozan Korkmazê rêberê geştyariyê li ser hewaya Wanê got:
“Li vê derê hewayeke gelekî paqij heye. Ji ber hewa û sûlavê dîmenên vê derê gelekî xweşik in. Geştyar vê derê diecibînin.”
Berpirsên bajêr ên sektora geştyariyê jî ji hatina geştyaran gelekî kêfxweş in.
“Vê cejnê gelek geştyar hatine”
Serokê Şaxa Saziya Kompanyayên Geştyariyê yên Tirkiyeyê (TURSAB) ya Wanê Cevdet Ozgokçe li ser hatine geştyaran anî zimên:
“Vê cejnê gelek geştyar hatine, ji Îran û Kurdistanê gelek geştyar hatine Wanê.
Bajarê me vê demê gelekî xweş e, şînkayî û bihar e li gel me. Demsal zehfî xweş e û mêvan û turist zêde ne.”
Li gorî amarên Şaxa Saziya Kompanyayên Geştyariyê yên Tirkiyeyê (TURSAB) ya Wanê di Cejna Qurbanê de heta niha zêdeyî 150 hezar geştyaran çûne Wanê û ji sedî 75ê otelên li Wanê tijî bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse