Omer Çelîk: Pêwîst e pêvajoya îmhakirina çekan bê navber bidome

13-07-2025
Nîşan Pêvajo Kurd PKK AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk got, “Pêwîst e pêvajoya îmha û teslîmkirina çekan bê rawestan bidome.”

30 gerîlayên Partiyê Karkerên Kurdistanê (PKK) 11ê Tîrmehê ji bo nîşandana niyetpakiyê li Silêmaniyê çekên xwe şewitandin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî doh daxuyaniyek da û got, "Îro rojeke nû ye, îro di dîrokê de rûpeleke nû vebûye."

Omer Çelîk li navçeya Kizilcahamamê (Enqere) ya ku 32yemîn Civîna Şêwr û Nirxandinê ya AK Partiyê lê tê kirin ji rojnamegeran re axivî.

Çelîk diyar kir ku cîranên Tirkiyeyê modela pêvajoya ku berdewam dike teqdîr dikin û got:

“Girîngiya wê atmosfer û hevkariya ku dê ev pêvajo di nav Tirkmen, Kurd, Ereb, Elewî, Sunî, Şîe û hemû komên mezhebî yên li herêmê de çêbike, ji aliyê cîranên me ve tê teqdîrkirin."

"Pêwîst e pêvajoya îmha û teslîmkirina çekan bê rawestan bidome”

Berdevkê AK Partiyê got ku divê PKK çekên xwe deyne û wiha axivî:

"Pêwîst e pêvajoya îmha û teslîmkirina çekan bê rawestan bidome.

Divê PKK bi hemû şax û pêkhateyên xwe ve çekên xwe teslîm bike û bi hemû avaniyên xwe yên neyasayî, îdeolojîk û darayî re teror bi temamî ji holê rabe.”

“Di vê pêvajoyê de piştgiriya saziyên Îraqê çêbû”

Omer Çelîk bêyî ku navê Kurdistanê bîne spasiya rayedarên Herêma Kurdistanê kir û got:

“Di vê pêvajoyê de piştgiriya saziyên Îraqê çêbû.

Em spasiyên xwe hem pêşkêşî hikûmeta navendî ya Îraqê û hem jî pêşkêşî birêvebiriya li bakurê Îraqê dikin.

Piştgiriyên ku ji Sûriye û Azerbeycanê hatin dayîn di nav piştgiriyên pêşî de bûn.”

Çelîk her wiha tekez kir ku dê ji prensîba Erdogan a "yek welat, yek milet, yek dewlet, yek ala" tawîz neyê dan û destnîşan kir ku ev pêvajo bi ti awayî ne pêvajoyeke dan û standin, mizakere yan jî bazarê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst