Dilşad Şehab: Wezareta Karên Navxwe ji bo me xeta sor e

09-10-2025
RÛDAW
Nîşan Dilşad Şehab YNK PDK Wezareta Karên Navxwe ya Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê Dilşad Şehab ragihand ku ji bo avakirina kabîneya nû ji sedî 80yê daxwazên YNKyê hatine qebûlkirin lê Wezareta Karên Navxwe ji bo wan xeta sor e û ew ne amade ne wê wezaretê bidin YNKyê.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Dilşad Şehab di hevpeyvîneke taybet de ji Rûdawê re derbarê pêvajoya avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê û hilbijartinên parlamentoya Îraqê nirxandin.

Bangeşeya hilbijartinê û stratejî

Dilşad Şehab diyar kir ku bangeşeya partiya wî ya ji bo hilbijartinên parlamentoya Îraqê bi fermî dest pê kiriye û ew dê rojên pêş li Hewlêrê bi serpereştiya Serok Mesûd Barzanî, bi ahengeke mezin dest bi pêngaveke nû bikin.

Şehab teqez kir ku bangeşe dê aram be û li ser modelek nû hatibe avakirin û stratejiyeke ku nebe sedema bêzariya xelkê û bandorê li ser hat û çûn û jiyana wan neke bi kar bînin.

Wî her wiha anî ziman ku armanca PDKyê ew e ku di van hilbijartinan de dengên xwe zêdetir bikin.

Nakokiyên navxweyî û krîza hikûmetê

Dilşad Şehab derbarê rexneyên li ser neavakirina hikûmetê û neaktîvkirina parlamentoyê rexne li daxuyaniyên Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî girt ku gotibû "Heta em razî nebin hikûmet ava nabe.”

Şehab amaje pê kir ku di gotûbêjên heşt meh in didomin de, ji sedî 80yê daxwazên YNKyê hatine qebûlkirin û pirsî, "Gelo ji bo berjewendiya gelê Kurdistanê nabe ku mirov dev ji sedî 20î berde?"

Bi gotina Şehab, PDKyê ti carî biryara xitimandinê nedaye û ew ji bo gihiştina encamekê bi hêvî ne.

Wezareta Karên Navxwe girêka sereke ye

Di hevpeyvînê de hat eşkerekirin ku yek ji sedemên sereke yên neavakirinê, pirsgirêkên li ser postan e.

Dilşad Şehab piştrast kir ku YNK bi taybetî Wezareta Karên Navxwe dixwaze lê ew wezaret ji bo partiya wî xeta sor e û ew ne amade ne Wezareta Karên Navxwe bidin YNKyê.

Şehab her wiha got ku parlamento û hikûmet yek pakêt in û divê di serî de parlamento were aktîvkirin.

Wî her wiha got ku neavakirina kabineyê ji bo PDKyê jî şerm e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst