Dayîka Aştiyê Turkan Çelîkê koça dawî kir

09-11-2025
RÛDAW
Nîşan Dayîka Aştiyê Turkan Çelîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dayîka Aştiyê Turkan Çelîkê koça dawî kir ku bi salan bû ji bo aştiyê têkoşîn dikir.

Dayîka Aştiyê Turkan Çelîk ji ber pirsgirêkên tenduristiyê koça dawiyê kir.

Ew 72 salî bû û li Amedê dijiya.

Cenazeyê Turkan Çelîkê li Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezanê hat veşartin.

Bi hinceta propagandayê hatibû girtin

Turkan Çelîk yek ji damezirênera Koma Dayîkên Aştiyê bû.

Her wiha ew yek ji wan 24 Dayîkên Aştiyê bû ku sala 2006an li Amedê bi hinceta protestokirina şert û mercên Abdullah Ocalan hatibûn desteserkirin.

Wê demê Turkan Çelîk bi hinceta "propagandaya rêxistinê" hatibû girtin û 70 rojan di girtîgehê de mabû.

Ji bo Turkan Çelîkê li Mala Şînê ya Bahattîn Demîrcanê ya li Amedê şîn hatiye danîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Dilawerê Zengî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw

Dilawerê Zengî: Li Rojavayê Kurdistanê xewna Xanî û Cizîrî pêk hatiye

Nivîskar Dilawerê Zengî ragihand ku li Rojavayê Kurdistanê zimanê Kurdî derbasî qonaxeke dîrokî bûye û xewna helbestvanên mezin ên Kurd pêk hatiye