TAYBET - Gelo li Efrînê zimanê Kurdî vegeriya?

09-11-2025
Nûşîn Hemê
Nîşan Efrîn Kurdî Perwerde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyeke ji Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ji Rûdawê re ragihand ku niha li Efrîna Rojavayê Kurdistanê zimanê Kurdî tê xwendin.

Çavkaniya ku nexwest navê wê were eşkerekirin diyar ku dan û standinên wan ên li gel Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser rawestiyane.

Heman çavkaniyê daxuyand ku niha ti dan û standin di navbera wan Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser de nînin û her tişt bi rêkeftinên siyasî yên Şam û Qamişloyê vê girêdayî ye.

Her wiha destnîşan kir ku tenê rêkeftinek di navbera wan û Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser de hebû, ew jî li ser pêkanîna ezmûnên pola 9 û 12an li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû lê piştî wê ti lihevkirinên din çênebûne.

"Em hemû xwendekaran werdigrin”

Çavkaniyê li ser wergirtina xwendekarên ku berî niha li dibistanên Rêveberiya Xweser xwendiye û niha vedigerin dibistanên hikûmetê jî got:

"Em hemû xwendekaran werdigrin û ev mijar yasayî ye û ti peywendiya wê bi siyasetê re nîne."

Çavkaniya Rûdawê da zanîn ku rewşa xwendekarên ku vedigerin dibistanên hikûmeta Sûriyeyê tê nirxandin û xwendekar li gorî asta wan a fêrbûnê û agahiyên li ba wan tevlî polan dibin.

“Dersa zimanê Kurdî dîsa vegeriyaye”

Wê çavkaniyê li ser qedexekirina dersa zimanê Kurdî ya li Efrînê jî got:

"Piştî ketina rejîma Esed rêbazên hikûmetê li seranserê Sûriyeyê bûn yek û Efrîn jî di nav de ye lê dersa zimanê Kurdî dîsa vegeriyaye û niha li dibistanan tê xwendin."

ENKS çi dibêje?

Serokê Encumena Xwecihî ya ENKSyê ya Efrînê Ehmed Hesen ji Rûdawê re got, dersa zimanê Kurdî vegeriyaye dibistanan û niha di hefteyê de li hemû polan du ders hene.

Ehmed Hesen da zanîn ku wan xwestiye zimanê Kurdî wekî zimanekî resen be û bi awayê fermî bê naskirin.

Wî da zanîn ku Kurdî ne zimanekî biyanî ye, zimanekî resen ê pêkhateyeke resen e ku bi hezaran salan e li ser xaka xwe dijî û pêwîst e zimanê Kurdî bi biryareke fermî ya komarî di destûra Sûriyeyê de were çespandin û li herêmên Kurdan li kêleka Erebî bibe zimanekî sereke.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst