Hewlêr (Rûdaw) - Di heft mehên borî de zêdetirî 3,5 milyon kesî di deriyên sînorî yên parêzgeha Urmiyeyê re derbas bûne.
Berpirsê Kar û Barên Derbasbûnê yê Birêvebiriya Giştî ya Rêyan û Veguhastinê ya Urmiyeyê da zanîn ku hejmar li gorî heman dema par zêde bûye.
Berpirsê Kar û Barên Derbasbûnê yê Birêvebiriya Giştî ya Rêyan û Veguhastinê ya Urmiyeyê Harwî Muderis amarên 7 mehên çûn û hatina geştyaran ên di deriyên sînorî re belav kirin.
Harwî Muderis ragihand ku di navbera 21ê Adara 2025an û 21ê Çiriya Pêşîn a 2025an de zêdetirî 3,5 milyon kesî di deriyên sînorî yên parêzgehê re çûn û hatin kiriye.
Harwî Muderis diyar kir ku hejmar li gorî heman dema par ji sedî 2,58 zêde bûye.
Muderis destnîşan kir ku herî zêde çûnûhatin di Deriyê Sînorî yê Raziyê re pêk hatiye û di wê demê de zêdetirî milyonek û 69 hezar kesî di wî derî re derbas bûne.
Li gorî Muderis, Deriyê Sînorî yê Temerçîn-Hacî Omeranê bi çûn û hatina zêdetirî milyonek kesî di rêza duyemîn de ye.
Di wan 7 mehan de 6 hezar û 835 otobus di deriyên sînorî yên parêzgeha Urmiyeyê re derbas bûne.
Muderis da zanîn ku 3 hezar û 95 ji wan di Deriyê Temerçîn-Hacî Omeranê re derbas bûne.
Parêzgeha Urmiyeyê 967 kîlometreyan sînorê wê yê hevbeş bi Bakurê Kurdistanê, Herêma Naxçivanê ya Azerbaycanê û Başûrê Kurdistanê re heye.
Li Urmiyeyê 6 deriyên sînorî yên fermî hene ku 3 ji wan (Bazirgan, Razî û Sêro) bi Bakurê Kurdistanê re ne, deriyek (Senem Bolaxî Poldeşt) bi Herêma Naxçivanê ya Azerbaycanê re ye û deriyên sînorî yên Temerçîn-Hacî Omeran û Kêlê jî bi Başûrê Kurdistanê re ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse