Rêveberiya Xweser tovê genim dide cotkaran: 'Têrê nake'

09-11-2025
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Genim Çandinî Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser dest bi belavkirina tovê genim li cotkaran kiriye.

Saziya Giştî ya Pirkirina Tovan a Rêveberiya Xweser ji bo demsala çandiniyê ya zivistanê tovê bêjingkirî û dermankirî bi rêya girêbestan dide cotkaran.

Hevserokê Saziya Pirkirina Tovan a Rêveberiya Xweser Salih Bozan anî ziman:

“Mekanîzmaya Saziya Pirkirina Tovan a ji bo belavkirina tovê genim ji mekanîzmaya salên borî cuda ye, îsal bi rêya sîstema elektronîk ji bo hemû herêmên bakurrojhilatê Sûriyeyê tê kirin.

Di heman demê de komîteya me ya şopandina zeviyan li Reqayê ji bo pêkanîna 920 girêbestan 37 hezar donim zeviyên bikêrhatî destnîşan kirine.

Her tonek genim jî dê bi 350 dolarî pêşin û bi 400 dolarî jî bi deyn ji birayên me yên cotkar re were firotin.”

Zeviyên ku bi tovê saziya navborî tên çandin bi rêya bîran tên avdan, lewma cotkarên li Cizîra Rojavayê Kurdistanê dibêjin ku mazota ku Rêveberiya Xweser li wan belav dike têrê nake.

Ebid El Henan Selûmê cotkarê ji Qamişloyê got:

“Me 15ê Çiriya Pêşîn tov standin û çandiniya xwe kir lê em ji bo ku em av bidin li benda mazotê ne.

Mazota ku li me tê belavkirin ne tenê îsal, par û pêrar jî têrê nedikir.”

Li gorî Şêwirmendê Saziya Giştî ya Pirkirina Tovan Mihemedê Mamê îsal li Rojavayê Kurdistanê 250 heta 300 hezar donim ji bo girêbestan hatine destnîşankirin ku nêzîkî 4 hezar û 500 cotkarî li xwe digire û 8 heta 10 hezar ton genimê bêjingkirî û dermankirî li wan tê belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst