Şopa Supaya Pasdaran li Libnanê: Kî Yekîneya Ridwanê perwerde dike?

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Yekîneya Ridwan Hizbulaha Libnanê Îsraîl Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê li çend herêmên Libnanê bi tundî êrişî navenden Yekîneya Ridwanê ya Hizbulahê kir.

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand ku wan li çend herêmên başûrê Libnanê êrişî wî welatî kiriye.

Li gorî daxuyaniyê Îsraîlê navendeke perwerdekirina hêzên "Yekîneya Ridwan" ku yek ji hêzên taybet ên Hizbulaha Libnanê ye hatiye armanckirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin çend avahiyên leşkerî û platformeke avêtina mûşekan a Hizbulahê hatiye mûşekbarankirin.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Libnanê jî ragihand ku balafirên Îsraîlê vê sibehê li herêmên başûrê wî welatî çend êriş pêk anîne.

Heta niha derbarê hejmara kuştî û birîndaran de ti agahî nehatine belavkirin.

Ev êriş hefteyek piştî wê yekê tên ku nûnerên siyasî yên Libnan û Îsraîlê li Naqûrayê, li ser sînorê her du welatan, bi navbeynkariya Amerîkayê civiyan.

Ew civîn ji aliyê Sekreterê Giştî yê Hizbulahê hatibû rexnekirin.

Îsraîl û Libnanê par bi navbeynkariya Amerîkayê li ser agirbestê li hev kiribû lê ji wê demê ve her du alî hevdû bi binpêkirina agirbestê tohmetbar dikin.

Her çend agirbest pêk hatibe jî Îsraîlê êrişên xwe yên li başûrê Libnanê zêde kirine û ji dema îmzekirina agirbestê ve bi sedan kes li wî welatî hatine kuştin.

Taybetiyên Yekîneya Ridwan çi ne?

Yekîneya Ridwan a Hizbulaha Libnanê yekîneyeke taybet e ku ji bo êrişên bi lez ên li nav axa Îsraîlê hatine perwerdekirin.

Navê vê komê ji navê Fermandarê Giştî yê Hêza Leşkerî ya Hizbulahê Îmad Mugniye hatiye wergirtin ku bi nasnavê "Hecî Ridwan" dihat naskirin.

Îmad Mugniye Sibata sala 2008an li Şamê di teqînekê de hatibû kuştin.

Pêwendiyên Îmad Mugniye bi Supaya Pasdaran a Îranê û Fermandarê berê yê Hêza Qudsê Qasim Suleymanî re gelekî nêzîk bûn û wekî damezrînerê hêzên midaxeleya bi lez dihat naskirin.

Di sala borî de, medyaya Îsraîlê raporên berfireh li ser hêzên taybet ên Ridwan ên Hizbulahê belav kirin û wêneyekî razber û metirsîdar li ser şiyana wan a operasyonan xêz kir.

Gelek şirovekarên leşkerî bawer dikin ku berpirsyariya sereke ya perwerdekirina hêzên Ridwan di destê Supaya Pasdaran a Îranê de ye û Hêza Qudsê û Yekîneya Taybet a Sabirînê di vî warî de roleke girîng lîstine.

Amerîka: Îranê îsal milyarek dolar daye Hizbulaha Libnanê

Li aliyê din, Alîkarê Wezîrê Xezîneyê ya Amerîkayê John Hurley beriya bi demekê ragihandibû ku Îranê îsal milyarek dolar alîkarî daye Hizbulaha Libnanê.

Îranê li gel zextên aborî û sizayên berfireh ên welatên Rojava alîkarî daye vê rêxistinê.

John Hurley ji ajansa Reutersê re got ku Amerîka hewl dide "derfetê " li Libnanê bi kar bîne.

Hikûmeta Libnanê soz daye ku hemû komên neyasayî - Hizbulah jî di nava wan koman de ye - bêçek bike.

Hizbulaha Libnanê di lîsteya rêxistinên terorîst a Amerîka û çend welatên rojavayî de ye.

Piştî destpêkirina şerê Xezeyê yê sala 2023yan, Hizbulahê piştgiriya xwe ji bo Filistîniyan ragihand û bi Îsraîlê re ket nav şer.

Îsraîlê jî bi êrişên tund bersiv da Hizbulahê û Sekreterê Hizbulahê Hesen Nasralah jî di nav de gelek serkirdeyên Hizbulahê ji aliyê Îsraîlê ve hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst