Li Amedê minîbûsa girtîgehê wergeriya: 7 birîndar

10-01-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Qeza Girtîgeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê, minîbûsa girtîgehê wergeriya û di encamê de 4 cendirme û 3 mehkûm birîndar bûn.

Minîbûsa ku ji Girtîgeha Tîpa Lyê ya Maltepeya Stenbolê mehkûm dibirin girtîgeha navçeya Xêlatê ya Bedlîsê, li ser rêya Amed-Farqînê ji kontrola şofêr derket û wergeriya.

Li ser agahdarkirinê, tîmên hawarçûnê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Di qezayê de 4 cendirme û 3 mehkûm birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambûlans û helîkopteran veguhastin nexweşxaneyên li Amedê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Nêçîrvan Barzanî çû şîna Pêşmergeyan / Wêne û Vîdeo: Rûdaw

Nêçîrvan Barzanî: Îran mikur hat ku şaşî hatiye kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku piştî êrişa bi mûşekan a Îranê ya li Îdareya Serbixwe ya Soranê wan pêwendî bi Îranê re daniye