Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 5 salan de çend girtiyan canê xwe ji dest da?

02-12-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Girtî Girtîgeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç ragihand ku di navbera 2018-2023yan de, 2 hezar û 258 girtî di girtîgehan canê xwe ji dest daye.

Parlamenterê CHPyê yê Aydinê Suleyman Bulbul, têkildarî mirinên di girtîgehan de pirsnameyek pêşkêşî parlamentoyê kir.

Wezîr Tunç pirsnameya Bulbul a derbarê mirinên di girtîgehan de yên ji ber Covid-19ê wiha bersivand:

“Di arşîva wezareta me de, ji bo pirsa ku li parlementoyê hate kirin agahiyeke statîstîkî nîne.”

Bulbul di pirsnameya xwe ya din de wiha got:

“Li girtîgehan gelek mirinên bi guman hene. Sedema hinek ji van mirinan wekî xwekujî yan jî rewşa tenduristiyê hatine tomarkirin.

Pêwîst e ev were lêkolînkirin û derbarê kesên berpirsyar de tişta pêwîst were kirin.

Em dibînin ku bûyer nayên lêkolînkirin û berpirsên wê jî nayê eşkerekirin.”

Bulbul ji Wezîr Tunç pirsî, “Sedema kesên ku di navbera salên 2018-2023yan de mirine çi ye? Di van bûyeran de xemsariya karmendên girtîgehê heye an na, eger hebe hatine cezakirin?”

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç wiha bersiv da:

“Di navbera salên 2018-2023yan de, ji ber sedemên xwezayî 2 hezar û 258 kesan canê xwe ji dest daye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst