Hewlêr (Rûdaw) - Li 37 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê navber bi xwendinê hatiye dayîn. Li Başurê Kurdistanê jî li hejmareke navçe û bajarokan navber bi xwendinê hatiye dayîn.
Piraniya bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê di bin berfê de ne. Ji ber rewşa xirab a keşûhewayê li 30 bajaran navber bi xwendinê hate dayîn ku bajarên Şirnex, Sêrt, Bidlîs, Wan, Colemêrg û Erzirom jî di nava wan de ne.
Herwiha berfê riya bi hezaran gundan girtî ye û tîmên girêdayî parêzgeriyan hewla vekirina rêyan didin. Ji aliyekî din ve hat zanîn li bajarê Wanê 49 penaber ji ber seqem û sermayê bêyî biqerisin ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin rizgarkirin.
Duh li bajarê Çaldîran an jî Ebexê 13 penaber ji sermayê canê xwe ji dest dabûn.
Ji aliyekî din ve ji ber serma û befrê, Îro li perwerdeyên Amêdiyê, Çoman, Riwandoz, Soran, Şeqlawe û Çemeçemal bêhinvedana fermî ye û deriyên dibistanan girtîne.
Qaymeqamê Çomanê Ehmed Qadir ji Rudawê re ragihand, ku îro pileyên germê dadikevin 12 pileyan di bin sifrê de û çûnûhatina mamosta û xwendekarana zehmet e, ji ber wê bêhnvedana fermî ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse