DAIŞê li Gulale êrişî hêzên Iraqê kir

10-02-2021
RÛDAW
Nîşan Gulale DAIŞ Hêzên Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Îslah ê ser bi nahiyeya Gulale ya Xaneqînê ve, çekdarên DAIŞê êrişî hêzên Iraqê kirin û di êrişê de serbazek hat kuştin û serbazekî din jî birîndar bû.

Li gor agahiyan, demjimêr 10:45ê şeva bihorî, çekdarên DAIŞê êrîş kirine ser sengereke Artêşa Iraqê ya li gundê Îslahê yê ser bi nahiyeya Gulale ve, bi wê sedemê jî leşkerek tê kuştin û yekî din jî birîndar dibe.

Muqedem Şemal Ebdulrehman, ji Rûdawê re ragihand: “Yê birîndar û termê yê kuştî hatin veguhastin bo nexeşxaneya nahiyeya Gulale”.

Şemal Ebdulrehman diyar kir, DAIŞê bi nîşangiran (qenasan) êrişa xwe dest pê kirine û tekez kir, birîna serbazê birîndar jî dijwar e.

Gundê Îslah dikeve bakurê rojhilatê Gulale û nişteciyên wê niha ereb in.

Roja 3ê vê mehê jî DAIŞ li nêzîk Pira Helwanê li rojhilatê bakurê Gulaleyê êrişî hêzên artêşa Iraqê kiribû.

Di wê êrişê de, serbazekî Iraqî hatibû kuştin û heft serbazên din birîndar bûbûn.

Gulale ser bi qezaya Xaneqînê ve ye ku ji aliyê îdarî ve ser bi parêzgeha Diyale ya Iraqê ve ye, lê Xaneqîn di heman demê de navçeyeke Kurdistanî ya li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û beşek ji navçeyên cihê nakokiyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye, ku divê çarenivîsa wê bi rêya mekanîzmên maddeya 140 a Destûrê bê diyarkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst